Pirtûka "Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr" ji Weşanên Berbang derketiye. Xelîl Duhokî ji bo vê xebateke firah kiriye. Wî piştî ku qala helbesta klasîk a Kurdî kiriye û paşê bi vî awayî gotin aniye ser helbesta Kurdî ya li Başûr: "Dema mirov pirsiyara helbesta Kurdî, zaravayê Kurmancî li Kurdistana Başûr dike, yekser navên çendîn helbestvanan rêz dibin. Piştî xebateke germ, miletê Kurd di sala 1970'yî de, şiya hindek mafên xwe yên girîng mîsoger bike. Lewre dergehên çand û belavkirinê mişê bûn."
Duhokî dibêje wê çaxê li Behdînan xwendina Kurdî dest pê kir, wekî navên pêşîn yên wê demê helbest nivîsandine jî navên Bedirxan Sindî, Ebdulrehman Mizûrî, Xelîl Duhokî bi nav dike ku wan helbestên hevçerx nivîsandine. Ew piştî van navan diyar dike ku navên wekî Mihsin Qoçan, Vehêl Amedî, Mueyed Tayib, Mehfoz Mayî li van zêde bûne. Di pirtûka hatiye amadekirin de jî agahiyên li ser van helbestvanan ligel helbestên wan hene. Di antolojiyê ya 784 rûpelî de helbestên 81 helbestvanên ku bi Kurmancî nivîsandine hene.
AMED