Sabîha Gunduz ya jiyana wê li kolanên bi kevir yên Sûrê derbas bû, bi helbestên xwe bîranînên xwe diparêze. Sabîhaya ku kolanên xwe, cîranên xwe di lênûska xwe de nivîsî, her êvar helbestên xwe ji kolanên bêdeng yên Sûrê re dixwîne.

Li kolanên Sûrê yên beriya bi du salan lîstikên zarokan yên bi coş li wan dihatin lîstin. Kesên diçûn wan kolanan aram dibûn. Lê niha malên hatine xerakirin û wêrankirin hene. Piştî pêvajoya bi şer, hikûmeta Tirk di bin navê ‘cemawerîkirina lezgîn’ de dest bi hilweşandina Sûrê kir.  Piştî hilweşandinê li Sûrê meydaneke rast maye, dîroka bi hezaran salî hat tinekirin û hemû bîranînên mirovan bi derbên kepçeyan hatin tinekirin. Sabîha Gunduz a ku ji bo mala wê biryara hilweşînê hatiye dayîn jî yek ji hezaran mirovên ku bîranînên wan hatine tinekirinê ye. Sabîha Sûra ku lê mezin bûye bi helbestên xwe zindî dike. Sabîhaya ku kolanên xwe, cîranên xwe di lênûska xwe de dinivîse, her êvar helbestên xwe ji kolanên bêdeng yê Sûrê re dixwîne.

‘Helbestên min bê Sûrê kêm dimînin’

Sabîha da zanîn ku beriya şer li 5 lênûskan helbest nivîsîne û behsa tevahiya xweşikahiya Sûrê kiriye, lê niha di helbestên xwe de talan û hilweşîna li Sûrê hene.

Sabîhayê di dawiya axaftina xwe de got, ew naxwaze mal û bîranînên xwe bihêle û bi biryara hilweşînê re li hemû helbestên xwe yek sernavî datîne. Ew vî navî wiha bi nav dike ‘Em êdî diçin’. Sabîhayê anî ziman ku ew nikare mal û kolana xwe ya lê hatiye dinê bi cih bihêle û wiha pê de çû: “Em bi zarokên xwe re li vir gelek aram dijiyan. Bila dest nedin jiyan û xeyalên me. Mala min biçe ez ê çi bikin. Bîhna min diçike. Sûr biçe ez ê ji bo kîjan kolanan helbestan binivîsim. Pênûsa min wê li erdê bimîne. Ez naxwazim ji vir derkevim.” 


 ŞÛJIN / AMED