Ji weşanên Aramê niha seteke pirtûkan a helbestên gerîla û bi zimanê Kurdî derketiye. Ev set bi giştî ji 7 pirtûkan pêk tê. Di helbestan de hest, bîranîn, têkoşîna doza azadiyê, hezkirina welêt û civakê, berxwedan, hêvî û serpêhatiyên gerîlayên Têkoşîna Azadiyê û dîlên azadiyê heye.
Dîsa ji van hin pirtûkên ku ji aliyê gerîlayên dîl ketine destê hêzên dagirker û niha di zindana de ne, bi hestên xwe têkoşîna hevalên xwe yên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd ketine, vegotine. Û helbestên xwe diyarî wan kirine.
Seta helbestên gerîla ji wan pirtûkan pêk tê;
* Navê pirtûkê: Kaniya Hêviyê
Nivîskar: Dilşad Aryen
Ji 201 rûpelan pêk tê
Nivîskar Şehîd Dilşad piştî tevlibûna nava refên gerîla dest bi xwendina nivîskar û wêjevanên Kurd dike, dixwaze wan di nava rûpelên dîrokê de zindî bike. Di her helbesteke xwe de gernasên mezin ên bi armanc û doza gelê xwe ve girêdayî, yên ji bo gelê xwe bedena xwe xistine sîper, êş, keser, axîn, çîrok û efsaneyên rastiya gelekî îfade dike, di rêzemalikên helbestên xwe de bi kar aniye. Di namlu û avnûska wî de, hêvî û bêrîkirina gelekî vedike ku hesret maye bi azadiyê.
Nivîskar heta şehehadeta xwe gelek berhemên giranbûha nivîsandin.
* Navê pirtûkê; Li hev kom bûbûn
Nivîskar: Huseyn Şawîş
Ji 106 rûpelan pêk tê
Nivîskar Huseyn Şawîş gelek berhemên hêja nivîsandine. Nivîskar vê pirtûka xwe diyarî hemû pakrewanên rêka azadiyê û rêwiyên têkoşînê dike.
* Navê pirtûkê; Hespê ferfûrî
Nivîskar; Erdogan Uçar
Ji 107 rûpelan pêk tê
Erdogan Uçar sala 1979’an li Farqînê ji dayik bûye. piştî xwendina lîseyê sala 1996’an tevlî nav refên gerîla bûye. Li gelek herêmên cûda geriyaye û sala 2000’î hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn.
Nivîskar sala 1997’an li Başûrê Kurdistanê di wargeheke zivistanê de dest bi nivîsê dike, nivîsên wî di operasyona 14’ê Gulanê de tên desteserkirin. Bi nasnavê Seydo Ozkan, helbestên wî di kovarên cuda cuda de hatine weşandin. Erdogan Uçar niha di girtîgeha Sêrtê de ye.
* Navê pirtûkê: SiyaJîn
Nivîskar: Gaffur Dogan (Hêvî Şanoger)
Ji 92 rûpelan pêk tê
Pirtûkeke gelekî mirov dikşîne nav xeyalan e. Nivîskar Şehîd Gaffur Dogan (Hêvî Şanoger) di vê pirtûkê de bi gelek hestên giranbiha helbest nivîsandine ku mirovî pê dikişîne nav kûrahiya azadiyê.
* Navê pirtûkê; Keskesor
Nivîskar: Delîl Mîrsaz
Ji 120 rûpelan pêk tê
Delîl Mîrsaz sala 1966’an li gundê Ereba yê ser bi bajarê Efrînê ji dayik dibe.
Dibistana seretayî li gund dixwîne û bi malbata xwe re bar dike bajarê Helebê, li wir ji ber rewşa malbatê neçar dibe dev ji xwendinê berde û bixebite.
Sala 1988’an de tevlî nav Koma Agirî ya Helebê dibe, destpêka sala 1991’an dibe berpirsyarê komê û di destpêka 1992’yan de tevlî 19 endamên komê derbasî başûrê Kurdistanê dibe.
Sala 1992’yan bi hevalê xwe re Navenda Çanda Mezopotamyayê dadimezirînin û heta sala 1999’an xebata xwe li wir dewam dike.
Her wiha nivîskar xwediyê romana Ji Ava Ferad Dilopek e.
* Navê pirtûkê: Mêşîn
Nivîskar: Nêrgiz Îsmayîl
Ji 108 rûpelan pêk tê
* Navê pirtûkê: Xeyalên risandî
Nivîskar; Hemîd Dilbihar
Ji 70 rûpelan pêk tê
ZEYNEL BULUT