UDEY EL-EHMED/ESMEHAN UMER

ANHA/TEBQA

Bi dijwarbûna şerê Sûriyeyê û zêdebûna hovîtiya wê di van heft salên bihurî de, koçberî veguherî beşek ji jiyana welatiyên Sûriyeyê û jin qurbaniyên wê yên sereke bûn. Tevî hemû dijwariya rewş û serpêhatiyan, Hesna Hisêf rastiya jinbûna xwe bi helbestan îfade dike û trajediya her malbateke Sûriyeyê li ser vê cografyayê vedibêje.

Jinên Sûriyeyê ku neçarî koçberiyê hatine kirin û di kampan de hatine bicihkirin, xwediyê serpêhatiya herî dijwar di aloziya Sûriyeyê de ne. Li rex xemgîniyên wan ên ji ber serpêhatiyên dijwar, niha jî ji ber dijwarbûna jiyanê êşê dikişînin û pêdiviyên jiyanî nayên peydekirin. Tişta ku rewş xirabtir kiriye, rewşa hewayê bû.

Di kampa El-Tiwêhîne ya li gundewarê bakurrojavayê bajarê Tebqayê de dayîka bi navê Hesna Hesêf (diya Kesar) li rex sê zarokên wê hatiye bicihkirin. Diya Kesar ji gundewarê Selemiyê ya parêzgeha Humsê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê hatiye kirin.

Bîranînên me li pey me mane

Derbarê rewşa xwe ya koçberiyê de Diya Kesar got, “Ji ber şer, em şerpeze bûn û li seranserî axa Sûriyeyê em koçberî gelek herêman bûn û herî dawî em li vir hatin bicihkirin. Li vir em hatin hembêzkirin û li hemberî serpêhatiya me rêzdar bûn. Ev salek e ez di vê kampê de bicih bûme û xemgîniya me hinekî kêm bû, lê heger em venegerin war û malên xwe ti carî em aram nabin. Me hemû bîranînên xwe li pey xwe hiştine.”

Afirîneriya jinan ji jiyanê ye

Di konekî biçûk a kampê de Diya Kesar a 55 salî nivîsandina helbestan ku beriya 24 salan dest pê kiriye, didomîne. Diya Kesar helbestan bi zarava û devoka xwe dinivîse û têde çand û nasnameya xwe vedibêje. Diya Kesar, hemû rewşên ku têre derbas bûye bi helbestan nivîsandine û vedibêje û piştrast dike ku jin xwedî afrîneriyeke cêwaz in.

Di derbarê aloziya Sûriyeyê de, nemaze serpêhatiyên kuştin, şerpezekirin û koçberkirina welatiyên Sûriyeyê, Diya Kesar helbestan bi zimanê xwe yê Erebî vedibêje.

Ti bendan afirîneriya wê negewimand

Diya Kesar, diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve ji helbestan hez dike û ji bo wê helbestvanên herî baş Ebû Fîras El-Hamedanî ye û ji helbestên wî gelek beyt û gelek beytên helbestvanên din ji ber kirine.

Koçberî û zîndan jî di nava beytên helbesta wê de diyar in û tê de behsa birayên xwe yên di zîndanên rêjîma Baasê de ne, dike.

Hesne Hisêf (Diya Kesar) nimûneya her jineke Sûriyeyê ye ku serpêhatî û trajedî di ser wan re bihurîne û ti bendê nikaribû li hemberî afrîneriya wê bisekine; bi her halî ew rastiya jinan û hêza wê ya fikrî û manewî vedibêje.