Bi pêşengiya Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kuristanê, Navenda rewşenbîrî ya Cemal Îrfan, navenda Jinan û Yekîtiya Jinên Kurdistanê li salona Tewar a Silêmaniyê merasimeke bîranîna Pîremêrd hat lidarxistin. Merasîm di bin navê "Bajarê Silêmaniyê helbestvanê xwe yê nemir bi bîr tîne" li salona Tewar a bajarê Silêmaniyê ji bo bîranîna 65. Salvegera koça dawî ya Pîremêrd hat lidaraxistin.
Rola Pîremêrd
Di merasimê de gelek lêkolîn li ser rola Pîremêrd di wêje bi taybet rola wî di helbesta Kurdî de hat pêşkêş kirin ku 6 lêkolîn di nav xwe de digirt. Lêkolîna Mistefa Salih Kerîm ji aliyê Ekrem Mêhrdad ve li ser rojnamegerî li gel Pîremêrd, peyama rewşenbîrî ya Pîremêrd ji aliyê Ekrem Mêhrdad ve hat pêşkêşkirin. Nirxandina pirstûka "Baxek ji peyvan" ji aliyê Dr. Şukriye Resûl ve, mijara "Laqirdî li gel Pîremêrd" ji aliyê Dr. Şêrko Ebdulah, "Gotarên Pîremêrd" ji aliyê Sedîq Salih ve û "Şîretên Pîremêrd" ji aliyê Dr. Dilêr Mîsrî ve hat pêşkêşkirin. Herwiha ji aliyê navenda Jîn ve pêşengeha wêneyên helbestvan Pîremêrd hat nîşandan.
Pîremêrd helbestvan û rojnamevan bû û navê wî yê rastî Tofîq kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axayê Mesref e. Sala 1867’an li bajarê Silêmanî ji dayik bû û 1950´î li Silêmanî koça dawî kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ