Mîrê helbesta Kurdî Arjen Arî jiyana xwe ji dest da. Helbestvanê Kurd û nivîskarê rojnameya me Arjen Arî jiyana xwe ji dest da. Mîrê helbesta Kurdî Arî berî çend mehan bi teşhîsa penceşêra mêlakê li Nexweşxaneya Başkentê ya Edeneyê tedawî didît. Arî yê ku berî mehekê dest bi tedawiya radyoterapiyê kiribû ji bo tedawiya kemoterapiê randewu ji heman nexweşxaneyê girtibû. Arî di vê navberê de li Amedê li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepeyê di bin çavdêriya doktoran de bû.
Arjen Arî di sala 1956’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bibû. Arî ji sala 1976’an û vir ve bû ku bi pênûsa xwe ya ter û ciwan helbest dinivîsî. Helbeta wî ya yekem di sala 1979’an de di kovara Tîroj de hat weşandin. Piştî wê helbestên Arî di kovar û weşanên wekî Berbang, Kurdistan Pres, Nûdem, Çira, Rewşen, Nûbihar, Gulistan, Kevan, Tîroj, W, Peyv, Nûbûn û Karwanê de hatin weşandin. Helbetkarê gewre Arî berî ku bi vê nexweşiya kambax bikeve jî di rûpela wêjeyê ya rojnameya me de di qûncika xwe ya bi navê Erxewan de her roja înê nivîsên li ser wêjeyê dinivîsî.
Helbestvan Arjen Arî ku heya niha berhemên wekî 'Ev Çiya Rûspî ne', 'Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî', 'Destana Kawa', 'Şêrgele', 'Çil Çarîn', 'Gorî û Bindest', 'Kulîlkên Be’îvan', 'Payiza Peyvê', 'Eroûtîka', 'Bîhoka Li Pişt Sinor', 'Bakurê Helbestê' li dû xwe hiştine, nêzî deh rojan e ji ber sedema nexweşiya pençeşêrê li Amedê çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Arjen Arî dê îro piştî nimêja nîvro li Goristana Yenîkoyê were definkirin.  AMED


Ev Çiya Rûspî Ne


Di qada şer de pişta me negihişt erdê. 
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!

Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr...
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.

Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!

Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!

Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l'lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!

Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, Kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!