Helbestên Qanih hertim li ser welatparêzî, şoreşgerî, li dijî derebegtiyê, çewisandinê, dagirkeriyê bûn. Wî hertim cihê xwe li aliyê gel digirt. Qala êş û xemên çîna hejar û cotkar dikir. Her wiha di helbestên xwe de wî daxwaza mafên jinan dikir.

TERZE TEHA / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Doh 55’emîn salvegera wefata helbestvanê Kurd Qanih bû. Helbestên Qanih hem di serdema xwe de hem jî îro roj bandoreek xwe ya zêde heye. Helbestên Qanih hemû li ser dagirkerî, çewisandin û hejariyê bûn. Di roja me ya îro de jî ev pirsgirêk hîna didomin.

Helbestên Qanih hertim li ser welatparêzî, şoreşgerî, li dijî derebegtiyê, çewisandinê, dagirkeriyê bûn. Wî hertim cihê xwe li aliyê gel digirt. Qala êş û xemên çîna hejar û cotkar dikir. Her wiha di helbestên xwe de wî daxwaza mafên jinan dikir.

Navê Qanih yê rastî Şêx Mihemedê kurê Şêx Ebdulqadirê kurê Şêx Seîdê Dolaşî ye. Sala 1898’an li gundê Rîşîn li binarê Şarezûr a ser bi Silêmaniyê tê dinê. 2 meh piştî ji dayîkbûna Qanih, bavê wî koça dawî dike, piştî dibe 2 salî, vê carê dayîka wî wefat dike. Ji bona wê li cem xizmekî xwe yê bi navê Axa Seîd Husênî Çur li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê dimîne, li wir dixwîne û mezin dibe.

Jîna di navbera şeran û parçeyên Kurdistanê de

Qanih beşdarî şerê cîhanê yê yekem dibe (1914-1918) Piştî şer bi dawî dibe careke din dest bi xwendina xwe dike û ji bo feqîtiyê diçe Silêmaniyê. Çend salekî li Silêmaniyê dixwîne û piştre li Sine, Merîwan, Sablax, Bokan, Şino, Hewlêr, Koye, Kerkûk, Silêmanî û Biyare digere û xwendina xwe dewam dike. Qonaxa dawî ya xwendinê li Merîwanê bi dawî dike.

Helbestvan Qanih sala 1963’an de li gel kurê xwe yê bi navê Wirya tê girtin û wî dixin hepsa Qeçer a Tehranê. Di hepsê de gelek helbestan dinivîse. Qanih hîna ciwan e, nexweşiya nefestengiyê pê re peyda dibe. Piştî dikeve hepsê ev nexweşî zêdetir bandorê li ser wî dike. Piştî ji girtîgehê tê berdan, vedigere Silêmaniyê, piştî çend salekî diçe gundê Şilêrî yê bajarokê Pêncwên. Li wê derê sala 1965’an ji ber nexweşiyê wefat dike. Cenazeyê wî li goristana Şêx Ewrehman a li gundê Şilêr tê veşartin.

Hin berhemên Qanih ên tên nasîn ev in: Gulaley Merîwan, Baxçey Kurdistan, Çiwarbaxî Pêncwên, Şaxî Hewreman û Deştî Germiyan.