Hêzên dewleta Îranê pêncşema bihurî l bajarê Kelatê Nadir ê nêzîkê Meşhedê helbestvanê ji Kurdên Xorasanê, Elî Reza Sepahî (Layîn) girtin.

Ecêba mezin jî ew e ku ji ber govendgerandina li ber stranên Kurdî ceza lê hat birrîn.

Li gorî ku Selîm Temo ji malpereke nûçeyan re ragihandiye, hêzên dewleta Îranê pêncşema bihurî piştî nîvrojê li bajarê Kelatê Nadir ê nêzîkê Meşhedê helbestvanê ji Kurdên Xorasanê, Elî Reza Sepahî girtiye.

Selîm Temo ji heman ajansê re got, “Wisa xuya dike ku berdana wî dê gelekî dirêj bike.”


Elî Reza Sepahî kî ye?

Ji agahiyên Selîm Temoyî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belavkirî, em tê digihijin ku Elî Reza Sepahî rojnamevan, berhevkar û helbestvan e. Di hin helbestên xwe de bernavkê Kawa Zêdî bi kar tîne. Li gundê Sendîfal ê ser bi Layînê (bakurê Meşhedê) sala 1971´ê hate dinê. Sala 1994´an li ser Radyoya Xoresanê dest bi bernameya “Helbest û Gotin” kir ku yekem bernameya helbesta Kurdî ye li Xoresanê. Beşa Fîlologya Frensî li Zanîngeha Meşhedê sala 1995´an bi dawî kir. Piştî ku mastera xwe li heman beşê bire serî, dest bi mamostetiya Frensî kir. Lê ji ber xebatên wî yên Kurdî, ji zanîngehê hate avêtin û demeke dirêj di girtîgehê de ma. Polêsên Îranê her li pey wî ne. Di mala xwe, bajarê xwe û herêma xwe de weke yekî desteserkirî dijî. Gelek caran hatiye girtin. 


NAVENDA NÛÇEYAN