Xandê Evdilkadir a 80 salî û ji Kobanê ye ku jiyana wê her êş û elem bû lê wê xwe bi nivîsandinê girt û di hin kovarên cuda de bi navên kod helbest û çîrok weşandin. Dayika Xandê ji me re qala êş û elemên xwe her wiha serpêhatiya xwendavantî û nivîskariyê kir.   

Dayika 80 salî Xandê Evdilkadîr hemû temenê xwe di nava jan û êşan de derbas kiriye. Evdilkadîra ku êş û janên dayika wê derbasî wê bûne hemû serpêhatiyên xwe bi riya rist û helbestan li ser kaxizê dineqişîne. Ew bi darê zorê di 16 saliya xwe de tê zewicandin lê piştre bi zarokên xwe re mêrê xwe diterikene. Piştre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne û jiyana wê diguhere.

Tehde û zilma bav

Dayika Xandê diyar dike ku ew bû şahid ku dayika wê çawa rastî tundiya mêrê xwe dihat û qala vê yekê dike: “Dayika min li Rihayê dijiya. Berê sînor tune bûn. Wê li Helebê dibistan dixwend. Bi Tirkî diaxivî. Fêrî Erebî bû û mamostetî kir. Bavê min ji gundekî Kobanê bû. Dayika min bi zorê bi bavê min re zewicandin. Bavê min li dijî xwendina jinan û pêşketina jinê bû. Destûr neda ku dayika min mamostetiyê bike. Her çend bavê min destûr neda ku ez bixwînim jî, diya min bi zorê ez dam xwendin. Min 8 salî dest bi dibistanê kir û tenê perwerdehiya Erebî dît. Her çend bavê min zilmek mezin li diya min kir jî dayika min xwedî rolek mezin bû. Bavê min hewî anî ser diya min û dîsa zewicî. Piştre dayika min nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Ez demekê bi dizî diçûm dibistanê. Min cilê malê bi ser cilê dibistanê de li xwe dikirin û piştî ez ji gund dûr diketim min cilê xwe diguhertin.” 

16 salî zewicandin

Dayika Xandê, dide zanîn ku di 16 saliya xwe de bi xapandinê hat zewicandin û wiha dipeyive: “Ger ku destûr bidana xwendina min ez dê bibûma bijîşka jinê. Ez xwendekarek serkeftî bûm. Min heta pola 6’an bi piştgiriya dayika xwe dibistan xwend. Pismamê min ê Cizîrê ez xwestim. Lê heta ku dayika min sax bû destûr neda. Piştî dayika min çû ser dilovaniya xwe pismamê min hat ez çend rojan li xwe kirim mêvan. Ez mehekê li mala wan bûm mêvan. Li wê malê bi mara mele ez zewicandim. Piştre ji min re got tu hevsera pismamê xwe yî.” 

Bi tena serê xwe diçe Reqayê

Xandê Evdilkadir, dibêje ku hevserê wê jin tine dihesiband û wiha berdewam dike: “Ji bo ez êşê xwe ji bîr bikim min gelek dixwend. Piştî zarokên min mezin bûn, ez li gel zarokên xwe çûm Reqqayê û min zarokên xwe li wir dane xwendin. Min û zarokên xwe dest ji hevserê xwe berdan û em çûn li Reqayê man. Di sala 1982’an de hevserê min mir. Min gustîlên xwe firotin û min zevî kirî. Min li wir xanî çêkir û li wir mam.”

´Kurê min 15 salî tevlî PKK’ê bû´

Dayika Xandê, her wiha behsa kurê xwe yî hêj 15 salî tevlî PKK’ê bûyî dike û wiha diaxive: ”Kurê min Ahmet (Hamza) hêj 10 salî bû parti nas kir û 15 salî bû tev li PKK’ê bû. Di sala 1994’an de li Qilebanê şehît bû. Min nekarîbû cenazeyê kurê xwe bigirim. Kurê min şehît bû û nizanim li ku hatiye definkirin. “

´Min Serok dît´

Evdilkadir, anî ziman ku di sala 1995’an li Helebê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine cem hev û li wir ew nas kir û wiha pê de çû: “Yek ji bîranînê min ê herî xweş naskirina Ocalan e. Girseyek pir mezin hebû. Hemû bêdeng bû. Carekê min dît ku Serok hat. Hat beşdarî konferansê bû. Wê demê ji min re digotin Xwendevana Kurda. Min got Ey Serok, çima ji vir şehît dernakevin? Wî jî ji min xwest li vir xebatê bikim û zarokên xwe tev li xebatê bikim. Gelek kesan ew nedît û şehît ket. Lê min Serok dît û ez pir kêfxweş im.” 

Tehma jiyanê li welat e

Min di sala 2000’an de çîrokên jiyana xwe bi navê kod di kovar û rojnameyan de weşand. Min hem çîroka xwe û hem jî cîroka jinên Sûriyê nivîsandin. Ez ji bo şervanên PKK’ê yên ji bo axa xwe şer dikin û şervanên Abdullah Ocalan dinivîsim. Min ji bo kurê xwe Ahmed ê şehît ketî jî nivîsandiye. Ez hemû êşên xwe û serpêhatiyên xwe dikim helbest. Ez wekî jinek Sûriyeyî êdî dixwazin li ser vê axê azadî û aştî pêş bikeve. 

Ez bawer dikim ku dê rojek bê her kes li axa xwe vegere û azad li ser axa xwe bijîn. Ez bang li welatiyên koçî Ewrûpa dikim û dibêjim yên xêra wan ji welatên wan re tune be tu tehmê ji jiyanê nabînin”


 RIHA