Di çalakiyan de her weha bal hat kişandinî ser polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta AKP´ê li Kurdistanê dimeşîne.
Li Viyanayê, ji bo bîranîna kesên di qirkirina Helebce û serhildana Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dayî, mîtîngek li ber avahiya Parlamenê hat lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên mirovên di her du komkujiyan de hatin qetilkirin û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin hildan. Qisekeran da xuyakirin, ku zêhniyeta li Helebce û Qamişloyê komkujî kirî îro bi navê AKP'ê li Kurdistanê heman tiştî dike.
Li Fransayê bîranîna 12’ê Adarê
Li bajarê Franse Rouenê bi pêşengiya Komeleya Çandî ya Kurd û Nûerên PYD’ê li Fransa, Meclîsa Rojava ya Fransa bi durişmeya”Serhildana Qamişlo sembola Şoreşa Rojava ye” çalakiyek organîze kir.
Di çalakiyê de belgefilmek li ser serhildana 12‘ê Adarê hate pêşkêşkirin, nûnerê Partiya Yektîiya Demokratîk li Fransayê bûyerên vê rojê û bandora wê li ser gelê Kurd nirxandin. Berpirsa jin di Meclîsa Rojava de ji aliyê xwe ve li ser rola jinê di vê serhilndanê de û beşdarbûna wê û dermankirina birîndaran axivî.
Di dawiya çalakiyê de belgefilmek hat nîşandan li ser êrîşên ku komên çete û dewleta Tirk ên li dijî taxa Şêxmeqsûd pêk tînin.
VIYANA/ROUEN