Pêr di çarçaveya kampanya ya yek milyon îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û  girtiyên siyasî li Bakûrê  Kurdistanê û Tirkiyeyê li Heleçeya Şehîd bi awayekî germ ji aliyê gel ve hat pêş wazî kirin.

Di çarçoveya 5 milyon îmza a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan û  girtiyên siyasî  berî demekî  li qada navnetewî hatibû destpêkirin û li Başûrê Kurdistanê ji bi navê  yek milyon îmze di serê meha Gulanê de hatibû destpêkirin, bi vê boneyê li bajarê Heleçe ji destpêkir.  Li ser navê endamên kampanyayê Elî Îbrahîm Resul ragahand uu, “ Me bi mebesta komkirina îmzeyan serdana Heleçeya Şehîd kir û em ji aliyê gel ve bi awayekî germ, coş û heyecanekê  hatin pêşwazîkirin. Ev  ji nîşana  cihê rêz û xweşiyê ya niştecihên Heleçeye ji bo doza rewaya gelê Kurd û kesayetiya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî em vê coş û heyecana gelê Heleçeya Şehîd texdîr dikin û spasiyên xwe pêş kêş dikin.”
Her wiha Resul di dewama axivtina xwe de got: “ Di navbera 4 demjimêran de li bajarê Heleçe nizîkî hezar û 600 îmze hatin komkirin û hewil didin serdana hemû bajar, bajarok, navçe û  gundên derdor bikin û bi vî awayî xwe bigihîn gelê binirxê  deverê. Em bi bawerîn ku gelê me wefadare ji bo Rêber Apo û girtiyên siyasî li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê.”

HALEBÇE




Di Hefteya Çandê de îmze hatin komkirin

Li Bajarê Kîel ê Elmanyayê di hefteya Çandê ya “Kîel ler Woche” ya her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin û bi milyonan mirov ziyaret dikin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin. Kurdên ku li bajarê Kîel dijîn beşdarî aktîvîteyê bûn, daxwazên xwe yên çandî û siyasî anîn ziman. Di Hefteya Çandê ya Kîel de ji aliyê komîsyonên ciwan û çandê bi awayekî komên ji pênc kesan bi qasî hefteyekê îmze hatin komkirin.  Di roja destpêkê de jinan ji bo azadiya Ocalan bi sedan îmze kom kirin. Di aktîvîteyê de her wiha têkoşîna Kurd û daxwazên Kurdan hatin vegotin. 

KîEL