ALADDÎN SÎNAYÎC / LONDON
Di dema êrişên dagirkirina Efrînê de, şervana YPJ´ê ya Brîtanî, Anna Campbell (Hêlîn Qereçox) li paytexta Ingilîstanê Londonê hat bibîranîn. Birbîranîn li zanîngeha SOAS´ê (Dibistana Lêkolînên rojhilat û Efrîka) hat kirin, bav, xwişk û birayên Hêlîn Qereçox û endamên din ên malbatê amade bûn. Parlamenterê Sinn Feinê Orthlaith Begley û gelek xwendekar jî beşdarî birbîranînê bûn.
Hêlîn Qereçoxê par di 15´ê Adarê de di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê de şehîd bûbû. Tevî hemû hewldanên malbatê jî, hikûmeta Brîtanyayê û dewleta Tirk bê deng man û cenazeyê wê nekarî bê wergirtin.
Di bibîranîna Yekîtiya Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) organîze kirî de dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê hat şermezarkirin û peyama pişgiriya bi grevên birçîbûnê re hat dayîn.
Parlamenterê Sinn Fein a Îralandayê Orthlaith Begley îşaret bi grevên birçîbûnê kir û got, “Me timî got, azadî yekane rê ye ji bo ku aşitî pêk bê. Va ye, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya Leyla Guven ji 130 roan bihurî. Weke Sinn Fein em ê her li cem doza gelê Kurd cihê xwe bigirin.”
Berê xwe da Rojava
Bavê Hêlîn Qereçoxê, Dirk Campbell got, ew ê şopdar û piştgirê wê dozê bin ku Anna pê bawer bû: “Di destpêka Şoreşa Rojava de wê ew nas kir û nirxên ew bi wan bawer bû berê wê da Rojava.”
Berdevka sîwana gelek rêxistinên jinan Women Strike (Greva Jinan) Iida Kayhko jî got, “Em çêtir fêm dikin ka maneya jinbûnê çi ye di nava Tevgera Kurd de û bedewiya têkoşîna li Rojava dewam dike, dibînin. Jin, Jiyan, Azadi û Şehîd Namirin.”
Çalakgera Kurd Elîf Sarican jî got, Anna nirx û şehîdeke gelê Kurd e, û banga xurtkirina piştgiriya bi grevên birçîbûnê re kir.