'200 DAIŞ'î derbas bûn'
Ji wan çeteyan Jamîaî Yassîne got ku di nava 2 hefteyan de bi tevahî 200 çete li derdora Karkamişê tevlî DAIŞ'ê bûne. Yassîne da zanîn ku keyayê gundê Çîçek Alanê û cerdevanê gund Salih Polat bi pereyan DAIŞ'iyan derbasî aliyê din dikin. Yassîne anî ziman ku ev yek dibin çavdêriya leşkeran pêk tê û çete herî zêde vê xetê bi kar tînin û derbasî aliyê din dibin. Gundê Zormêxarê ku di destê çeteyan de ye 3 konên ku 2 metre navbera wan heye hatine vedan û li derdora konan çek hatine bicihkirin. Tevgerîneke ber bi çav li ser sînor heye û çete eşyayên ji gundên dagirkirine desteser kirine li kamyonan bar dikin û dibin Cerablusê. Eşyayên ku dibin Celablusê bi erzanî li bazaran difroşin.
Leşker wan derbas dikin
Hate dîtin ku ji Zormêxarê heta Cerablusê leşker li ser sînor tevgera leşkerî nagirin û hemû çeperên wan vala ne. Li ser sînorê ku di bin kontrola YPG'ê de ne jî leşkeran tank û top bi cih kirine û hejmarek zêde leşker hatine bicihkirin. Leşkerke got ku "Ew bera me nedin em bera wan nadin. Feman bi vî awayî ji me re hatine. Ger ku derbasî vê derê bibin jî em nikarin tiştekî bibêjin." Ev yek nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî çeteyan radixe ber çavan. Welatiyan dan zanîn ku di van demê dawî de trên di derengiya şevê de dixebite.
'Wesayîtên zirxî didin wan´
Her wiha di dîmenên ku amatorî hatiye kişandin de bi dehan çete tên dîtin û çete piştî derbasî aliyê din dibin diçin çeperên DAIŞ'ê. Welatiyan anî ziman ku ji ber tirsa DAIŞ'ê newêrin vê yekê ji tu kesî re bibêjin. Welatiyan dan zanîn ku piştî ku gel berê xwe dan Kaniya Xezalan çete sînorê Karkamişê bi kar tînin û wiha berdewam kir: "Wextê ku tên jêrî gund em agahiyê didin leşkeran. Em ji wan re dibêjin werin ewlehiyê bigirin. Ew jî dibêjin 'Ew birayên we ne tu tiştekî bi we nakin, ji wan netirsin'." Her wiha welatiyan daxuyandin ku di derengiya şevê de li nav erdên garis ên nêzî çeperên DAIŞ'ê wesayîtên leşkerî diçin û bi vî awayî alîkariya çeteyan dibin.
DIHA/DILOK