Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd û hilweşandina sîstema Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî di 13.10.2019´an de dewam kir. Tiredînê Emerîkayê Trump jî her roj bi twîtên xwe yên tiroviro hewl dide ser bêbextiya xwe binixumîne. Ez wexta vê dibêjim, ez weke hêvî an jî lavahiyeke ji Emerîkayê nabêjim. Lê her kes baş dizane, hêzên QSD´ê û hêzên Koalîsyonê yên bi serkêşiya Emerîkayê li dijî DAIŞ´ê li hev kiribûn. Dinya alem jî vê dizane. Herî dawî jî dîsa Emerîkayê li ser navê hêzên Koalîsyonê bi QSD´ê re li hev kir ku QSD hêzên xwe û çekên xwe yên giran pênc kîlometroyan ji sînor dûr bibe û erka parastina sînor bide Meclîsên Eskerî yên bajarên li ser sînor. Ev peymana xwe binpê kirin. Ya rastî, nerazîbûna ji vê, li Emerîkayê bi dengekî bilind xwe dide der, lê ev nerazîbûn nikare vê bêbexiyê bixe pozîsyona lêborînxwestinê. Jixwe Hilary Clinton ev weke xiyaneteke genî bi nav kiribû.
12´ê Cotmehê li piraniya navendên cîhanê Kurdistaniyan û dostên xwe li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî bêbextiyê meşiyan, nerazîbûna xwe û hêrsa xwe diyar kirin. Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî dengê Kurdistaniyan bilind bû. Di nava raya giştî ya cîhanê de qala Kurdan tê kirin. Dinya êdî hemû dibîne, dewleta Tirk bi dekûdolaban, bi fen û fûtan, di bin navê “terorê” de Kurdan dikuje, qir dike. Heq û batil weke reş û spî ji hev cuda dibin. Heta vir her tişt baş e. Lê têrê nake. Heta pêşî li qirkirinê negire û bi ser nexe, bêguman wê ev hemû têrê nekin, û em nikarin qîma xwe pê bînin. Ji ber ku dewleta Tirk qirkirina Kurdan hemûyan kiriye armanc û ev yek berpirsiyariyê dixe ser milê me Kurdan û Kurdistaniyan gişan. Kurdistanî bi daxuyaniya Mesûd Barzanî kêfxweş bûn. Bêguman her daxuyanî ya ji bo tifaq û yekîtiyê wê Kurdan bextewar bike. Lê daxuyanî têrê nakin, divê ambargoya li ser Mexmûrê rabe, têkiliyên bi Şengalê re baş bibin û heta divê di warê aborî û eskerî de alîkarî û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê were kirin, naxwe gotin wê mîna kefa ser avê bin. Nexasim helwêsta gelê Kurd li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tifaq û yekîtiya gelê Kurd nîşan daye. Li vir tişta kêm dimîne ew e, divê partî û rêxistinên Kurd jî bi qasî gelê xwe wêrek û zelal helwêstê nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de helwêsta siyasetvan Mehmûd Osman neteweyî ye. Ji bilî yekîtî û tifaqa Kurdistaniyan, ji bilî gelê Kurd û têkoşerên wî, ti tişt nikare gelê Kurd bi ser bixe. Kurdistanî û gelên din ên li Bakurê Sûrî divê di berxwedanê de çalak cihê xwe bigirin. Kesên dijmin û dewleta Tirk nikaribin baş û rast pênase bikin, wê êşa vê yekê bikişînin. Ji bo her kesî rêya rast û deriyê jiyaneke azad bi neteweya demokratîk û sîstema Xweseriya Demokratîk vedibe. Her faşîzm mehkûmî şikestinê ye. Mirovatî, wijdanê wê, demokrasî û azadî teqez wê bi ser bikevin û neçar in bi ser bikevin.