Taybetmendiyeke mêtîngeriya tevkujer ew e ku civaka bindest biçûk dibîne û tinazê xwe bi aqilê wê dike. Dewleta Tirk Kurdan naxe dewsa însanan. Lê belê li cîhanê gelekî din mîna Kurdan polîtîk tune ye. Bi taybetî jî bi têkoşîna ku di deh salan dawî de meşand gihişt asta gelekî ku zanistiya wî zêde bûye. Şerê taybet û psîkolojîk ê li ser Kurdan hate meşandin bû sedem ku bibin xwedî ezmûn û zanyariyeke pak.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê piştî bajarên Kurdan rûxandin û şewitandin niha bi gotinên “emê ji bo we avahiyên baş çêbikin” henekê xwe bi Kurdan dikin. Bajarekî mîna Sûrê ku ruhê Amed û Kurdayetî temsîl dike, hate rûxandin û şewitandin, paşê jî dibêjin “emê ji we re Toledo ava bikin” û henekê xwe bi Kurdan dikin. Esas pêşî difikirîn ku dewsa tax û wargehên nû yên werin avakirin kampên tevkujiyê qereqolan çêkin. Binavkirina kampên tevkujiyê ya mîna avahiyên modern di dema modernîteya kapîtalîst de di tevkujiyê re derbas kirina gelek gel û çandan tîne bîra me. Ji xwe Komara Tirkiyeyê di tevahiya dîroka xwe de bi navê birina medeniyetê ya Kurdistanê tevkujî pêk aniye. Kurd tim mîna civakeke ku divê bên terbiye kirin û Tirk kirin hatine nîşandan. Tevî ku ji aliyê civakîbûyin, maf, dad, nirxên mirovahiyê û gelek aliyên din ve ji civaka Tirk pêşketîtir in jî tim mîna ku kevneperestin hatine nîşandan. Bi vê yekê re xwestine ku Kurd ji rastiya xwe ya civakî qut bibe û meyla xwe bide Tirkbûyînê. Her timî pêşketin û medenîbûn mîna Tirkirinê hatiye nîşandan. Niha jî hewldana avakirina goran bi navê din avahiyên modern dixwazin tevkujiyê bi Kurdan bidin bawerkirin. Wê Kurdan bixin van kampan û tevkujiyê bimeşînin û bi vê yekê re wan bixin pêvajoya Tirkbûnê. Bêgûman Kurd zane ne, dizanin ku ev avahiyên nû, ev wargehên TOKÎ kampên tevkujiyê ne.
Desthilatdariya AKP’ê henekê xwe bi aqilê gelê Amedê dike. Êrîşê dibe ser qadên ku gelê Amedê herî zêde nirx bi wan dide. Di rastiyê de ev êrîşa şikandina îradeyê ye. Li dewsa ku hebûna bexçeyên Hewselê were teşwîq kirin, niha dixwazin ji holê rakin û ji rantxwiran re pêşkêş bikin. Bi vê jî dixwazin hevkarên xwe yên nû di nav Kurdan de ava bikin. Hevkarî wê li ser bazarkirina nirxên Kurdan ve bipêş bikeve. Bexçeyên Hewselê bi aliyekî xwe mîna kezeba gelê Amedê ne. Cihên ku gel lê nefesê distînê ne. Lê belê ev der di bin navê modernbûnê de wê bi betonê were kuştin. Hesabên rantê yên li ser bexçeyên Hewselê tinekirina ekolojiyê bi xwe re tîne.
Bi vî şêwazî ji holê rakirina Sûr û bexçeyên Hewselê tê wateya êrîşa li ser gelê Amedê. Ev kirinên ku erêkirina gelê Amedê nayê standin jî divê mîna êrîşeke mêtîngeriya tevkujer were dîtin. Çawa ku hevserokên şarederiyan û parlementer tên girtin û bi vê yekê îradeya gel tine tê hesibandin û tê şikandin, beyî destûra gel bi betonê dagirtina qadên herî xweş ên Amedê jî êrîşeke li dij îradeya gel e. Ji ber vê yekê divê gel bi zanistiya Amedîbûnê li dij van êrîşên li ser Sûr û Hewselê derkeve. Lêkirina kampên tevkujiyê û tinekirinên ekolojîk divê mîna tiştekî asayî neyê dîtin. Divê têgihiştina ku bêjin tiştê em bixwazin em dikarin bikin û gelê Amedê wê bêdeng bimîne ji holê were rakirin. Di rewşên wisa de divê karakter û ruhê berxwedêr ê Amedê bînin bîra mêtîngeran. Gelê Amedê di 40 salên dawî de tu caran serî li dij êrîşên hêzên mêtînger û tevkujer netewand. Amedê di her derfetê de ruhê serhildêr ê azadîxwaz raxistiye ber çavan.
Serokwezîr niha jî qala afirandina navendên cazîbeyê dike. Ev pakêta ku şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemir mîna kundirê vala binav kir û her sal çend ji van pakêtan hatin vekirin. Ji bo xapandina gelê Kurd, dûrxistina ji daxwaza nasnameya netewî û demokratîk a Kurd van pakêtan tînin rojevê. Lê belê yek ji van pakêtan jî xizmeta rêveberên şerê taybet nekir. Ji ber vê yekê jî êdî zikê gelê Kurd ji pakêtên bi vî rengî û navendên cazîbeyê têr e. Diyar e ku ji bo hin hevkarên xwe wê derfetan pêşkêş bikin. Ji ber ku li Kurdistanê gelekî teşhîr bûye û nema dikare şipiya bisekine.
Serokwezîrê dawî ji bo Kurdan bixapîne tim qala pakêtan, teşwîqan, navendên cazîbeyê dike. Dibêje min bi vê nexapand, ka bi ya din bixapînim. Bi vî yekê re jî rûyê xwe yê zalim, tevkujer dixwaze veşêre. Desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî bi devê xwe çivîkan jî bigire êdî li Kurdistanê bawerî pê nayê anîn û wê nikaribe gel bixapîne.
Daxwazeke bi tenê ya Kurdan heye, ew jî demokrasî û azadî ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Dema ev yek pêk hat wê pirsgirêkên betaliyê yên li Kurdistanê jî, pirsgirêkên aborî, pirsgirêkên xizmetê, pirsgirêkên avahiya jî çareser bibin. Roja ku demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk hat wê demê wê Kurd mîna civak û mirov li ber çavan werin girtin. Heta ev yek pêk neyê wateya tiştekî din tune ye. Her wiha tê zanîn ku ji bo Kurdan di tevkujiyê re derbas bikin ti tişt texsîr nakin.
Ji ber vê yekê jî mîna pakêtên berê yên Kurdan eleqedar nakin, navendên cazîbeyê yên henekê xwe bi aqilê Kurdan dikin wê nebin rojeva Kurdan. Ji bo Kurdan a niha di rojevê de bilindkirina têkoşîna li dij desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Di vê kêliyê de ji paşvexistina desthilatdariya AKP-MHP’ê û li ser heman bingehî avakirina demokratîkbûnê pê de tu rojeva Kurdan tune ye. Ji ber vê yekê jî hewldanên berovajîkirina rojevê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê wê encamê negirin.
Ji bo gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê wê rojev e. Di 8’ê Adarê û Newrozê de xwedîderketina li nirxên xwe yên netewî û demokratîk rojev e. Di referandûmê de li dij êrîşên û zilma ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di sal û nîva borî de meşand helwesta ku Kurd nîşan bidin rojev e. Divê Kurd referandûmê mîna derfeta nîşandana helwesta Kurd bibînin. Helwesta Kurd jî di asta herî bilind de bi şêwazê, “NA“ wê were nîşandan.