Qubad Talibanî: Ev der cihê şoreşa gelê Kurde ku hêjî ev şoreş berdewam dike li van çiyan. Şoreşa Rojava di nav dilê me de cihê xwe heye û herdem pê re ne. Gelê Rojava gelekî berxwedêr û çavnetirsin. Gelê Kurd li wir mafê xwe yê rewa diparêze. Nabe ku Kurd şaştiyên xwe yên berê dubare bikin. Bi taybet li Rojava divê Kurd bi helwesteke netewî tev bigerin. Şaştiyên ku me berê kirin, hertim em paşxistin. Peyama min ji bo ciwanan ewe ku divê ciwanên Kurdistanê li welatê xwe hez bikin û di hemû qadan de tekoşîn bikin.

Arêz Ebdullah: Di serî de em piştgiriya xwe careke din ji bo Kantonên  li Rojava diyar dikin. Em piştgiriya xwe di warê siyasî, dîplomasî û hemû alî de dubare dikin. Em naxwazin li Rojava şer di navbera hêzên Kurd de çêbibe. Em helwesta PDK li hember Rojava rast nabînin.
Buhar Caferseyidelî: Em hêvî dikin hemû gelê Kurd hev bigirin û yêkîtiya xwe bi hêz bikin. Hêviyên me azadiya Rêber APO û serkeftina şoreşa Rojava ye. bi xwîna şehîdan hatine vê rojê û divê em xwedî li şehîdên xwe li hemû parçeyên Kurdistanê derbikevin.

QENDÎL