Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) wê li ser hilbijartinên Îranê ya 19’ê Tebaxê daxuyaniyeke stratejiyê belav bike.
PJAK wê têkildarî hilbijartinên Serokkomarî, Meclîsên bajar û gundan ên Îranê û guhertinên ku rû bidin, di demeke nêzîk de daxuyaniyeke stratejîk belav bike.
Hefteya bihurî Komelga Demokrasî û Azadî ya Rojhilat (KODAR) helwêsta xwe ya derbarê hilbijartinên Îranê de ragihandibû.
Lê heya niha PJAK’ê helwêsta xwe zelal nekiriye ka wê li gel KODAR’ê hem fikir be yan wê rêyeke din hilbijêre.
Ji ber wê PJAK´ê ragihand ku ew ê bi armanca zelalkirina helwêsta xwe ya li ser hilbijartinên Îranê ya di meha Tebaxê de, daxuyaniyekê bide û stratejiya siyaseta xwe jî pê re ragihîne.
NAVENDA NÛÇEYAN