Zekî Şengalî armanc û planên civîna li Şerfedênê wiha vegotin; “Civîna Şerfedînê civineke wisan giraniya xwe nebû. Di vê civinê de dixwestin Êzîdiyan, serokeşîrên Êzîdîyan, gel kom bikin û peyamekê bidin, bibêjin gel PKK’ê naxwaze. Lê planên wan têk çûn û ne gihiştin hedefa xwe. Bi pere û gefan gelê Êzidî anîn Şerfedînê, rexmê wê jî kesek nehat civinê. Tenê aliyên destpêkê yên bi PDK’ê re bûn di civinê de amade bûn. Ji ber ku gelê Êzîdî dizane kî xwedî lê derketiye, kê dev ji wan berdaye, kê fedekarî kiriye. Civîn rastî demnekê anîn kudi warê navneteweyî de rewşeke nazik heye. Tirkiye ketiye Rojavayê Kurdistanê û dagir kiriye, her wiha hewildanên Tirkiyeyê li ser Mûsil, Başiqa ji hene. Lewma ji ev civîn ji siyaseta Tirkiyeyê ne bê xeber e û ne li derveyî siyaseta Tirkan e.”
Li ser mijarê Şengalî wiha dewam kir: “Ew civîn û kesên di civinê de amade, nerazibûnên xwe ragihandin, heyeta Rûhanî, ji Bavê Şêx re gotibûn em ê yekîtiya Êzîdiyan ava bikin, pirsgirêkên Êzîdiyan çareser bikin, li ser van xalan propaganda hat kirin.”
Helwêsta Êzîdiyan civîn pûç kir
Şengalî destnişan kir ku bi nehatina gel a civînê û sekna wî, bersiva civînê daye û tenê aliyekî biçûk tevlî civinê bûye. Şengalî got, armanc derxistina PKK’ê ji Şengalê bû û wiha dewam kir: "Îro giraniyek û sekneke gelê Êzidî di meydana navneteweyî de çêbûye, Êzîdî civakek in ku her tim rastî fermanê hatinbe, îro Êzîdî seknek in, îradeyek in, artêşeke leşkerî ne; yên ev civîn li dar xistî, dixwazin rûmeta Êzîdîyan ya çêbûyî, nehêlin. Li aliyê din dixwazin dilê dewleta Tirk xweş bikin. Dîsan bi nêzîkbûna hemleya Mûsilê re dixwazin bibêjin, Êzîdî PKK’ê naxwazin. Ger gel baş tevlî civînê bibûna, wê baş bi kar bianiya. Her wiha kesên tevlî civînê bûyî, bi armanca ku biçin bibêjin bila PKK ji vir derkeve, neçûbûn. Tenê çend kes girêdayi PDK’ê wisa bûn, ew dan pêş. Civîn bi sekin, îrade û tevlîbûna Êzîdiyan hat pûçkirin."
Civîna li diji Êzîdiyan
Zekî Şengalî ragihand ku PDK li şûna civînên wisan li dar bixe, pêwist dikir derketiba hemberî gelê Êzîdî û gotiba, me şaşîti kir, lêborîn bixwesta. Şengalî got, “Lê wisan nêz dibin, weke ku li Şengalê ferman çênebûye. PDK pêwist e wê siyaseta xwe ya şaş bibîne û rast bike, ji ber vê siyasetê PDK nikare bi pêş ve biçe, destketiyên heyî jî biparêze. Her biçe wê PDK lawaz bibe.”
Şengalî axaftina xwe wiha domand: “Ya ku gelê Êzîdî, Şengalê, Kurdan, hêzên herêmê û gelan xilas bike, tenê yekîtî ye. Civîn xizmeta gelê Êzîdî nake, berevajî wê parçe dike. Yekîtiya ku heyî dixwaze dîwar di navbera wê de çêke. Şêx, Mirîd, Pîr, Feqîr, ilimdar, oldar û gelê Êzîdî hemû baş zanibin, civînên bi çi rengî ne, di berjewendiyên Êzîdxanê de ne. Pêwist e kombûn û yekitiyan dijî dijmin çêkin, ne li dijî pêşengan.”
Ji bo Şengalî venegerin lîstik hene
Şengalî armanca bûyera kuştina 2 pêşmergeyên dildar wiha şîrove kir: “Ji bo ku gel bitirse êdî neyê Şengalê, ji bo gel venegere warê xwe, bûyerên wiha bi pêş dixin. Kesên bi hatina gel a Şengalê û ji berxwedana gel aciz e, serî li bûyerên bi vî rengî daye. Hefteya bihurî, çend bûyerên wisan çêbûne. Ev 2 kes hatine Şengalê ji bo xizmetê bikin, kuştina wan ne berjwendiya Êzîdî û Kurdan e. Em ji malbatên her du kesan re sersaxiyê dixwazin. Ev bûyer parçeyek ji siyaseta qirêj e ku li Şengalê tê meşandin. Pêwist e ti hêz bi lîstikên bi vî rengî nexape.”
Şengalî diyar kir ku PKK hêzeke neteweyî ye, her çar parçeyan diparêze bila kesek PKK’ê û partiyên din neyîne beramberî hev û wiha domand: “Lê hinek xwe bi 1-2 bajaran sînordar dikin, lê PKK ne ew e. PKK’ê sînorê dijminan daniye ser xaka Kurdistanê rakirine, û cûdahiyê naxe navbera parçeyan.”
ŞENGAL