
Ew Rustem, li serdema me ya zarokatî, tenê bi hêza xwe ya bedenî dikete xwen û xeyalên me. Lê qet ne dihate bîra me ku emê di jiyana xwe de, rojêkê, Rustemêkî bibînin û biqasî hêza xwe ya bedenî û zêdetir jî, hêza xwe ya peyvê û afrênerî, dahênerî bibîne.
Ev Rustem ne xewn , ne xeyal û ne jî serab bû. Ne hejmarêkî ji hejmaran bû, ew milîtanêkî çalak bû û dema diaxivî, hebûna xwe bi derdoran dida hîs kirin. Ew hêmin , jîrîtiya wî û têgihiştina wî ya berfireh û kûr bû. Bê deng bû, lê dema di axifî, wek efsaneyekê derdikete pêş û hêza mezin û xwedî bandor di kesayetiya wî de derdikete pêş,. Di dîtina wî ya siyasî de nerînên cûda û kûr hebûn. Di fikir u helwêsta wî de, tawîz nebû û her dem rastî diqîriya. Ew ne tenê li pey heqîqetê dimeşiya. Di heman demê de, rêzanekî dilsoz yê heqîqetê bû. Dema diaxifî, têz û bîrdozên klasîk teva serubinî hev dikirin. Mirovên ku di zanîngehan de fêrî zanistê nebûbûn, yan jî, di xwendingehên dewletê de nexwendibin, nizanîbûn rastiya dîrokê, rastiya gelan çiye. Lê dema ku Rustemê hemdemî diaxivî,ev rastî derdikete hole. Mirov, ji ber zanabûna wî û hîşyariyên wî ku di hişmendiyeke berfireh, kûr û bi mînak didan, nezaniya xwe didît. Her axaftina wî, rastiyek nû bû.
Kûrahiya wî, analîzkirinên wî tiştên cûda bûn û heta wê rojê min nedîtibûn. Bi têgihiştina xwe ya kûr û fereh bandor li her kesî dikir. Dema diaxivî jî, her kes pir bi baldarî guhdariya wî dikir. Dema ku helwêsta xwe, li ser hinek bûyeran vedigot, mirov fam dikir ku ditinên wî yên siyasî çiqasî bi exlaq û wîjdan hatine xemilandin. Helbet ev nirxên pîroz ji têgihiştin û ramanê wî yê kûr dihatin. Rastiya jiyana gelan û rastiya dîroka zorê baş nas kiribû. Ewqasî, dilsoz bû ku, bi baldarî guhdariya her kesî dikir. Kultura guhdarî-kirina li mirovan jî, di kesayetiya wî de zêde hebû û pêşketibû. Dema guhdarî dikir, mirov neçar dibû ku ji xwe bipirse û bêje, “ev çî tehemûl û sebra Eyub e”. Dema guhdariya kesê li hemberê xwe dikir, pir aram bû, rehet bû. Bi vê mebestê, demdirêj dikarîbû guhdarî bike.
Tevî ku min nave wî bihsîtibû, min ew nas dikir. Dema ku ez, ji bo lêkolînêkê çume Çiyayên Kurdistanê, min ew dît. Ji min re hate gotin, “Mijara ku tu dibêje, eger dema te hebe, hevalê Rustem dikarê bi zêdeyî alîkariya te bike û bersivan bide pirsên te''. Ji bo wê jî, divabû ez 5 rojan rawestim, Ji ber ku ew, yek ji kesên ku li ser Rojhilata Navîn pispor bû. Di aliyê çandî , dîrokî, civakî û herêmî de têgihiştî bû. Belê, ew kes Rustem Cûdî bû.
Fermandar û mamosteyê gerîlayan
Ji bo pirsên xwe ji Rustem Cûdî bikim, bersîvan bistînim, 5 rojan ez li wê herêmê mam. Li wê herêmê dibistan hebû û Rustem Cûdî jî derbarê Rojhilata Navîn de dersan dida şagirtên xwe. Ev wargeh jî, dibistana navendî ya Mazlûm Dogan e. Piştî 4 rojên dersdayinê, roja 5'emin, ji bo pirs û bersivên şagirtên xwe veqatand. Ez jî di wê rojê de di dersa wî de amade bûm û dema min guhdariya wî kir, ez matmayî mam. Ya rastî min nedizanî ku dîrok ewqasî serûbinî hev hatiye kirin û bi awayekî berjêr hatiye nasandin. Dema ku min guhdariya bersîvên Rustem Cûdî kir, min dît ku rengêkî din yê rihê dirokê heye û rastî ev ne ew tiştên ji mer re hatine gotin. Di axaftin û nirxandinên wî û ragihandinên wî de dihate xuya kirin ku, derbarê Rojhilata Navîn de gelekî kûr e û analîzên dike jî rastiya herêmê baş datîne ber çavan. Dema diaxivî, mirov weke filmêkî dîrokî temaşe dike, dikete nava hastên cûda de. Lê vê carê aktorên van buyer û pêhatiyan ne padişah, ne sultan , ne mîr, axa û serokên xedar û zordest bûn. Aktor, vê carê, ew kes û beşên civakê ku ti carî rol û misyona wan di dîrokê de ne hatiye destnîşan kirin û her dem li derveyî sehneya dîrokê hatine hiştin bûn.
Rustem Cûdî ne xeyalperest bû. Bi gotineke din, ew pir realist bû û dixwest ku vê realîstiya xwe bide her kesî. Hişmendiya xwe jî, li gorî paradigmaya nû ya têgînên dîroka gel şirove dikir. Li hemberî xwedawendê Mardok hêrs bû û hevalbend û hevsengerê Îştar bû. Ew li dijî Enkîdo bû û di nava refên Manî de cih digirt. Di dîroka îslamê de jî, li ser dema Emewî û Abassiyan radiwestiya û weke şagirtê herî baş yê rêber APO, kirasekî nû li îslamê dikir, Dîrok ji desthilatdaran dûr dixist û digot, “Îslam ne siyasîbuyîn e, pêdiviya îslamê bi nûbûnek reformî heye”.
Bi despêkirina serhildanên gelên li Rojhilata Navîn re, carêke din ez çûme Qandîlê. Vê carê karê min ji bo karê çapemeniyê bû û min carêke din, Rustem Cûdî dît . Min pir dixwest hinek pirsan jê bikim û sohbetê pê re bikim. Dîtinên wî yên li ser hemû welatên Rojhilata Navîn bigirim. Rustem Cûdî digot, “Gelên herêmê, li hemberî zilm u zorê serî hildane” û diyar dikir ku, hêzên derve yên rojavayî, îslama siyasî ferz dikin. Ev jî îslamê ji wateya wê dur dixe û dike bin bandore kesên bazirgan. Wî her dem ditinên xeta sêyemîn ya azadiya gelan û xeta azadiya zayendî û ekolojî, weke 'bihara gelan' didît û binavdikir.
Dema mijar hate ser Lîbya, xulase kirina guhertinên li wî welatî, weke “sîstema diktatore û ji bo wê jî dest dirêjî kirine” lê di rastiyê de ne wisa ye. Destwerdana li Libya jî, bi vî rengî dinirxand. Analîza pêvajoya guhartina li Lîbya, “Nato tê û Lîbya ji diktator azad dike” weke bêehlaqiya siyasî bi nav dikir. Ew ji asoyek fireh ji cîhan û gerdûnê temaşa dikir, dûr ji her nêrîneka reş û sipî, cih dida ehlaq u wîjdan di guhertinan de , ew cihêkî rol, reng û hebûna sistema jin – dayîk lê tune ba weke diktatorî didît. Ew digot “Di mînaka Lîbiyayê de sermaye navneteweyî dibêjê, eger weke min neke ezê wisa li te bikem”. Rustem Cûdî digot gelan di bin bare sistemêke anti-demokaratîk de dinalînin û hewil didin wan biken sutemeniya projeyên sermaya navneteweyî, ji bo wî jî ew her tim di axaftinên xwe de li ser xeta sêyemîn disekinî, yanî xeta azadiya Gelan. Ew di axaftina xwe ya dawî de got, “Dibe ku çekên me yên pêşketî jî tune bin û em di dawiya jiyanê xwe jî da bin, lê emê stuyê xwe xwar nekin.” Dema wisa digot, min gotinên wî weke zirweya azadiyê didît û digot ''Ew ji mirinên me jî, ditirsin û be me nikarin û ew dizanin em dema bi fizîkî nemînin, pir dibin.''
Ew têkoşerê ku hêz ji peyv û zimanê wî diherikî eger bizaniba li hemberî wî kesêkî heye ku bêhna tawîz ji azadî ji dîtinên wî tê, wê demê bi nermî aciz dibû û hewil dida ku meseleyan ronî bike. Di ditinên xwe ne dûdil bû, paqij û hestên wî bi wîjdanê wî re di hewsengiyan da bû. Ne jîriya wî analîtîk ser jîrîtiya wî hestewerî bûn ku mêrsalarî di helwêstên wî de rengê xwe bide û ne hîsên wî dûrî aqilê wî analîtîk bû ku her bayekî werê bi aliyekî bide. Dema analîz dikir tû dizanî ku di ditinên wî de paradîgmeyeke nû hebû û bi qasî wî bi zanistî diaxifî . Bi korane li pey baweriyan nediket û dixwest her ditinêke îdeolojîk bi rastiya zanist re qewîn bike. Ji bo wê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Rustem Cûdî gotibû (ew mîlîtanê herî baş e) ew niha ne yek e, ew bi hezaran e û dîrokê jî ev rastî ispat kiriye. Ew hem şoreşgerêkî rewşenbîr û hem rewşenbîrêkî şoreşger yê efsanewî bû.
Têbînî
Ev nivîs diyariye ji bo Endamê Konseya Rêvebir a KCK Rustem Cûdî ku di encama êrişeke balefirên arteşa tirk de li ser çiyayên Xakurkê û Xinêre tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.
NECÎBE QEREDAXÎ