Kurd biserkeftinê, berî hilbijartinê jî dikarin aşkera bikin. Rojên di pêvajoya hilbijartinê de, mîtîngên HDP’ê, axaftinên rêveberên HDP’ê, bûne fanosa serkeftinê. 8’ê hezîranê, bi gotina Tolstoy, “dê bibe ronahiya Bihara Taybet” a Kurdistanê. Ev rohanî, pêşî li çiyayên Kurdistanê bû şewl û herêm ronî kir; piştre li Rojava û Kobanê, piştre li Şengalê bû şewl û cîhan ronî kir. Gelo, gelek, çînek, kulturek, dîrokek, erdnîgariyek û bedenek çend caran dikarê were dagirkirin? Sergerdeyên Cengîz, Talangerên Tîmûr, Qesabên Îttihadî, mîradzade û Kurdên xesandî, bi namerdî êrîş dikin. Balkêş e: Zanîngehên Tirkiyeyê çavkaniya paradoksê ne, lê zanîngehên li bajarên Kurdistanê jî bûne pisporê Kurd û Kurdistanê, ha ha dîrok û kultura Kurdan dinîvisin.
Dewleta AKP’ê, Kurdên nêzîkî xwe, ha ha pif didin, wek hebanê dinepixînin û dikirina bazara Kurdan. Lê hêzên ceberûd, destûrê nadin ku Kurd dîrok û kultura xwe binivîsin. Çend sal in ciwanên Kurd helbesta serkeftinê dinivîsin. Jukovskî, di nameyeke xwe de (12 Nîsan 1826) dibêje; “Ciwanên me, bi perwerdeyeke xerab, nîvco, li hemberî bûyer û pêkhatiyan bê parastin hiştin.” Lê ciwanên Kurd, di nava çil salî de, bi helbesta jiyanê pijiyan û bi hişmendiyeke têkoşer tijî bûn. Mîradzadeyên ecdadên xwedî “hêzên garanî”, wek her demê, xwe “malbat, dê û bav û parêzer” nîşan dan û nîr danîne ser stûyê ciwanên Kurd. Vê jî helbesta dilê ciwanan ji hev de xist, “hilû” kir. Dewleta AKP’ê, ji yên berî xwe teva xerabtir, bi exlaqê helbesta di nava ciwanan de lîst û xwest civakê ji cewherê wê dûr bike.
Di dewsa “huner ji bo huner” de, “Mirov ne ji bo mirov”ê derxiste holê û wekî bîrdoziyekê jî empoze kir. Kurdên ne Kurd zêde kirin!.. Lê di nava çil salî de, wekî Jukovskî dibêje; “Hişmendiyeke azad, tu ber bi rêyeke azad birî”, ciwanên Kurd rêyek azad vekirin û gel di wê rêyê re dimeşe. Saeta demê ber bi rojên dawî yên hilbijartinê dibezê; ne tenê gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê tev ketine ser riya azad. Ne kehanet e, ne jî astarzanî ye ev; HDP bi ser ket. Dewleta AKP’ê hîleyan bike, bi aşûfteyî êrîşî Kurdan bike jî têk çû. Êdî Kurd dikarin serketina xwe ji raya giştî re deklere bikin. Nostaljiya “Kurdên nê Kurd” jî, di qirika wan de bû quzelqurt. Êdî kes di biyografiya “Kurdên ne Kurd” de, gotinek delal, xweşik û civakî jî nanivîse.
Ew jî bûne bêra di destên cerdevanên gundê Serosa Xezxerê. Bûne çeteyên ku êrîşî peykerê Berkîn Elvan kirin. Bûne, bombeya di nava baqê gul û gulbijêrkên di avahiya HDP ên Mêrsîn û Edeneyê de. Êdî ew bûne gulên sosyeteya dewleta AKP’ê. Ew ê di derya romantîzma karakterê di nava sir û razên cemaeta AKP’ê de şerefyab bibin. Mixabin, ew ê dibin ebayê Edoganê Bonapartîst de, li Enqereyê di nava jiyana burjuwaziyên ketî de, li Kurdistanê jî di nava feodaliteya ketî de, bi hestên selefkari bijîn. Ger werin hilbijartin, bibin parlamenter jî “cawê sifir”, palês in!… Ew, “hem-tazî-yanê” çar wezîr û Bilal in.
Ew ê, di nava “hengameyî azab-î vijdan” de purperîşan bigerin. Têbinî: Ji ber pirsgirêkeke teknîkî nivîsa rêzdar Medenî Ferho ya ku diviya duh bihata weşandin em îro diweşînin û di serî de ji rêzdar Ferho û ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazin.