Çalakiyên boykot û protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û hevkariya Elmanyayê pê re pirreng û zêde dibin. Xwepêşandan û çalakiyên îtaetnekirina sivîl li her derî belav dibin.

 Li Zanîngeha Frankfurtê xwendekaran li her mekanê zanîngehê çalakiyên acizkirinê bi rê ve birin û wan ji zanîngehê xwest tavilê hevkariya bi Tirkiyeyê re rawestîne û hevkariyê bi Zanîngeha Rojava re bike.

 Li Dibistana bilind a Merseburgê xwendekaran şirketa Rheinmetall a tankan ji artêşa Tirk re çêdike protesto kir, pankarta li ser “Rheinmettalê bêçek bikin” hilgirt û got, “Tankên Elman ji Kurdistanê bicehemin“.

Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk dewam dikin. Nexasim jî çalakiyên li dijî pîşesaziya sîlehan û boykotkirina çandî ya Tirkiyeyê jî derketin pêş. Li Zurichê ciwanan Rheinmetall a tankan ji Tirkiyeyê re çêdike rûreş kirin. Li Dibistana Bilind a Merseburgê ya li Elmanyayê jî hefteya kariyerê ya ku Rheinmetall lê bû bi çalakiyeke protestoyî hat astengkirin. Wekî din li Zanîngeha Frankfurtê çalakiya boykota çandî li dijî Tirkiyeyê hebû. Li Bremen (Elmanya), Borlange (Swêd), Atîna (Yewnanistan) û Sydneyê (Awustralya) jî çalakiyên rûreşkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk hebûn.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad li bajarê Swîsreyê Zurîchê li pêşiya avahiya şirketa tankan ji Tirkiyeyê re çêdike, Rheînmetallê çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir. Ciwanan alên YPG û YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “Çekên Swîsreyê li Rojava mirovan dikujin” hatin gotin.

Hevkariyê bi Zanîngeha Rojava re bikin

Înîsîyatîfa komên xwendekaran ên li Frankfurtê “StudentsRiseup4Rojava FFM” li gelek deverên Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya li Rojava çalakiyên acizkirinê bi rê ve birin. Di çalakiyan de xwendekarên ku li dersan, semîneran, xwaringeh û kafeteryayê pankart hilgirtin, peyama “Em ê vî şerî li hawîrdora xwe li zanîngehan her bixin rojevê.” Li ser pankartê “Bi faşîzma Tirk re hevkarî nabe” dinivîsî û li ser ji bo sembola qirkeriya dewleta Tirk destekî bi xwîn ê bi alaya Tirk hebû. Xwendekaran ji zanîngehê xwest tavilê hevkariya xwe bi dibistanên bilind ên li Tirkiyeyê re bi dawî bike û bi Zanîngeha Rojava re hevkariyekê çêke. Çalakgeran got, ew plan dikin çalakiyên din jî bikin.

Ji Atîna heta bi Canberra

Li bajarê Elmanyayê Bremenê jî li ber Gara Navendî ya Bremenê Kurdistanî û dostên wan civiyan, dagirkeriya qirker a dewleta Tirk rûreş kirin û agahiyên nivîskî li xelkê belav kirin. Doh wekî din li Markplatza Bremenê jî çalakiyeke li dijî dagirkeriya dewleta tirk û faşîzma wê hebû.

Li bajarê Borlange yê Swêdê Kurdistanî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk civiyan. Şefîk Agir ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) berxwedêr silav kirin û got, “Em ê dengê Kurdên berxwedêr li nava raya giştî ya Swêdê bidin bihîstin.”

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li paytexta Yewnanistanê Atînayê ber bi sefaretxaneya Tirk ve meşiyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê protesetokirin. Di meşe de bê navber dirûşmên ‘Faşîst, Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin gotin.

Kurdên li bajarên Melbourne, Sydney, Perth û Adelaide yên Awûstralyayê bi pêşengiya KNK û NCDK´yê çalakiyeke şermezarkirinê ya navendî li Canberrayê kirin.

 

NAVENDANÛÇEYAN