Li Kurdistanê dewleta Tirk dijminê her tiştî ye. Ne tenbê dijminê Kurdan, lê dijminê nav, deng, ziman, nebat û heywanîn Kurdiastanê ye jî. Heger hinek kes xwe dixapînin û bawer dikin ku AKP ya ku Barzanî xwe pê ve kiriye, guhertiye, ew xwe dixapînin. Hûn vî resmê vî roviyê sor î Kurdistanî dibînin. Navê wî yê ilmî ‘vulpes vulpes Kurdistanica’ ye. Lê dewleta Tirk di serdema desthilatdariya AKP´ê de li Tirkiyeyê navê vî roviyê guherand û kir ”vulpes vulpes“.
Ev ne yekane mînaka kirinên desthilatdariya dewleta Tirk e, mîya kovî ya bi navê Ovis Armeniana li Tirkiyeyê veguherî Ovis Orientalis Anatolicus. Ji bilî vê bi sedan nebat û heywanên taybet bi Kurdistanê hene ku Tirkiye navê wan sansur dike.
NAVENDA NÛÇEYAN