Hemû komînên bajarê Hesekê û bi hevkariya şaredariya gel, dest bi hemleyeke berfireh a paqijkirina bajêr kirin. Hemleyê doh danê sibê dest pê kir.

Hevserokên Komînên bajarê Hesekê di civîna berfireh de ku beriya bi çend rojan ji hemû hevserokên komînan re hate lidarxistin, biryar dan ku hemleya paqijkirina bajêr bidin destpêkirin. Li ser vî esasî doh danê sibê bi dehan endamên hemû komînan û bi alîkariya şaredariya gel hemleya paqijkirina bajêr dest pê kir.

Bi sedan welatiyên bajêr li kolanên xwe dest bi paqijkirina bajêr kirin, tirmpêlên çopê yên Şaredariya Gel jî demildest li nava bajêr geriyan û çopa hate berhevkirin, rakirin. Jina bi navê Minewer Zavê derbarê hemleyê de got, “Armanca me ji vê hemleyê ew e bajarê me paqij bibe, armanca me ya din jî ew e ku hemû beşên civakê fêrî çanda paqijiyê bibin.” 


ANHA / HESEKÊ