Serokê DYA Barack Obama der barê Iraqê de da diyarkirin ku di demeke herî nêz de ji bo tiştên pêwîst karên leşkerî hene û wiha got, "di dema alîkariya Iraqê de alternatîf li ser masê ne".
Barack Obama di dema li Qesra Spî bi Serokwezirê Avusturya Tony Abbott re hevdîtin çêdikir piştî wê civîneke çapameniyê lidar xist û Obama di nirxandina xwe ya der barê pêşketinên Iraqê de wiha got, dema berjewendiyên netewî tê behskirin leşkerên DYA ji bo ewlehiyê amade ye.”
Obama wiha got, "ji bo alîkariya Iraqê hemû alternatîf li masê ne. Em di pêşketinên Iraqê de bi fikarin. Ji ber dema Cîhadî li Iraqê cîh qezenc nekin ew di berjewendiya Amerîkayê de ye. hemî alternatîf li ser masê ne. Li Iraqê di demeke herî kurt de girtina tedbîrên leşkerî hene. Dema berjewendiyê netewî mijara gotinê be wê demê DYA ji bo girtina ewlehiyên leşkerî amadeye.
Berjewendiyên DYA’yê
Wekî Obama di daxuyaniya xwe de jî anî ziman dema mijar bibe berjewendiyên Amerîkayê ew dikare hemû altenatîfan bikar bîne. Dema mirov bala xwe dide şerê ku zêdeyî 3 salan li Sûriyeyê berdewam dike Amerîkayê tu gavên ku dawî li vê felaketa mezin bîne naavêtin.
Bi kurtasî ji ber wekî Barack Obama jî got tenê dema mijar dibe bercewendiyên Amerîkayê ew dikare hemû gavan bavêje.
Di dema dawî de van çeteyên ku niha berê xwe dane Iraqê li Sûriyeyê bajar wêran kirin, kesên sivî,l li ser kolanan serjêkirin, malê sivîlan talankirin, bajar wêran kirin. Ev tev nikaribûn bibin sedem ku Amerîkayê destê xwe bavêje vê mijarê û ji wan çeteyan re bêje êdî bese. Lê niha rewş êdî ne wiha ye û dibe di demeke herî nêzîk de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re wekî behane bikar bîne û dîsa destwerdana Iraqê bike, ango leşkerên xwe vegerîne nava Iraqê û bi daxwaza hikûmeta navendî ya Bexdayê.
WASHÎNGTON