Peşgotina pirtûkê ji aliyê Prof. Dr. Udo Steinbach ku ji sala 1976 heya 2006'an Enstitûya Şerqê / Rojhilat ya Almanya birêvebir, hatiye nivîsandin.
Di pêşgotina xwe de ûsa dibêje Prof. Dr. Steinbach li ser tevgera Kurd û gûhertinên dawî: "…Di Tebaxa 1994'an de ez bi xwe di nav sê rojan 18 saet bi Abdullah Ocalan re peyivîm... Ev meşek, rêyek gelek dûr û dirêj bû ku ev (Ocalan) tê de diçû… Helbet şîdet tiştek û fenomenek xirab e. Lê dema ku rûxandina pergel û dezgehên ku li ber maf û dadmendiya însan û gelan de bûne asteng, tê rojevê, dîrokî ye û îspat bûye ku şîdet perçeyek ji stratejiya siyasî ye ku dest jê nayê kişandin. Kurd li ser axa xwe û li welatên ku tê de dijîn, vê rastiyê dizanin. Filistînî jî ku ciranên Kurdan in, bi tecrûbe û ezmûna xwe rûberû vê rastiyê hatine. Têkoşina Ocalan ji bona daxwazên Kurdan yên rewa, bo azadî, dadmendî û her ûsa bo pêşveçûnên civakî û aborî yên gelê Kurd li Tirkiyê, bê muneqeşe anî rojeva siyasedmedarên Tirkiyê.“
Di pêşgotina xwe ya dirêj de bo naskirina mafên Kurdan li Almanya jî wisa gazî li siyaseta Almanyayê dike, pisporê navdar Prof. Dr. Steinbach: "Her diçe Kurd xwe wek civakek xweser û resen li Almanyayê dibînin û naxwazin ku bi navên dewletên ku hatine, bên binavkirin, bên nasîn. Xasma cudatiya xwe di alî çand û ziman de ji civaka Tirk derdixin pêş. Çawa ku bawerî û ola Elewîtî bi Îslamê ve nayê girêdan û bi nave Îslametiyê nayê tarifkirin, êdî dem hatiye ku civaka Kurd jî bi sere xwe bê binavkirin û nasîn, ber ku ew ne Tirk in û ne jî ji gelên din in ku Kurd li Rojhilata Navîn bi wan gelan re bi hevra li ser erda xwe dijîn… Naskirina nasnameya Kurd di nav civaka Almanyê de nayê wê mane û wateyê ku piştigiriya hewldanên ku dixwazin li Rojhilata Navîn sînoran bigûherînin, tên kirin. Naskirina nasnameya Kurd li Almanya encamek sirûştî ye. Ber ku koçberî di nav civaka Almanyê de gûhertinên mezin pêk anîn… Pêwiste ew gavên han bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê wek alîkarî û jestên siyasî ya Almanya bên ditîn û fehmkirin… Xebat bona Kurdistanek azad, ku xewn û xeyala aktorên pirtûka me ye, pêwiste siyaseta Almanya jî di wî warî de erk û wezifêya xwe bîne cih. Ev daxwaz jî di dawiyê de bi pêjirandina mafên mîrovî bo hemû hemwelatiyan tê cih.“
Xalên hevbeş ên hevpevînan
Di pirtûka Memo Şahin de 12 hevpeyvîn bi koçberên Kurd ve cih digrin. Pirtûk bi kurte şiroveya naveroka hevbeş ya hevpeyvînan û diroka koçberiya Kurdan ve jî hatiye dewlementir kirin.
Çend encamên hevbeş derketine holê:
- Di sala 2012an de bi kêmasî ji 10 dewletên cûda û ji zêdeyî milyonek Kurd li Almanya dijîn.
- Kurd koma koçberan a duwêmîn pêk tînin, li gel vê yekê jî nasnameya neteweyî ya Kurdên ku ji pêncî salî vir ve li Almanya dijîn û parçeyek ji vê civakê ne, nayê naskirin, bi komên koçberên din nayên wekhev girtin.
- Hinek wek karker û hinek jî wek penaber hatine. Li Almanyê jî dû-sê nifşên nû hatine dine û gîhane. Hinek akademisyen û hinek jî esnaf in.
- Bi kemasî sê zimanan dizanin û civatek pirrengî û pirolî ye.
- Ji nîv milyonê zêdetir Kurd bûne hemwelatiyên Almanya û di bêrika wan de nasname û pasaporta Almanyayê hene.
- Nifşa yekê ya aktorên vê pirtûkê li Almanyayê dest bi xebata welatparêziyê kirine û li vir polîtîze bûne, bi Kurdbûna xwe li vir şiyar bûne. Hinek ji wana li Almanya komeleyên Kurdan sazkirine û dest bi çalakiyên niştimanperweriyê kirine. Zarokên wan jî li ser şopa dê û bavên xwe meşiyane û li komeleyên Kurdan de sosyalîze û polîtîze bûne.
- Çi karker, çi penaber, çi akademisyen, hemû aktorên vê pirtûkê bi hêviya rizgarbûna Kurdistanê û şikandina nîrên koletiyê dişevitin.
- Ji wan çirok û serpêhatiyan jî diyar dibe ku Kurd entegreyê Almanya bûne û xwe beşek ji civata Almanya dibînin. Zimanê yekan ya nifşên dudo û sisêyan Almanî ye, paşê Kurdî tê, lê ne Tirkî, Erebî û Farsî.
Gelê bê parêzer
Ev pirtûka han yekemîn dokumentasyona serpêhatî û çirokên Kurdên Almanya ye. Par, di sala 2011'an de 50 saliya koçberiya karkerên ji "Tirkiyeyê“ hat pîroz kirin. Ne serokwezira Almanya Merkel, ne jî serokwezirê Tirkiyê bi gotinek be jî, koçberên Kurd anîn ziman. Ev pirtûk, dîroka koçberên "gel û neteweya bê parêzer“ e.
Di dawiyê de ûsa dibê Memo Şahin: "Ger ev pirtûk di hevjiyana Alman û Kurdan de rolek biçûk û pozîtif bilîze, ew tê wê wate û maneyê ku kar û xebata du salan gihîştiye cih û armanca xwe.“
Bo xwestina pirtûkê: Pro Humanitate, Postfach 90 31 70, 51124 Köln, pro-humanitate@web.de
KOLN