Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, Tirkiye ji aliyê rejîma şerê taybet ve tê birêvebirin û got, heta ev rejîma tekparêz bidome wê pirsgirêk neqedin. Bayik li dijî dewleta faşîst a Tirk, li hemberî AKP’ê bang li hêzên çep û demokrasiyê kir, ku bi hev re têbikoşin.

Bayik, mijarên di rojevê de ji ANF’ê re nirxand. Bayik di destpêkê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku li hemberî tevgera wan û di şexsê tevgera wan de li dijî gelê Kurd konseptek tê meşandin. Bayik got, “Rêber Apo li navenda vê konseptê bi cih kirine. Eger tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike, pêwendiya xwe bi vê konseptê ve heye. Ji ber vê yekê tecrîda di nava tecrîdê de dimeşînin. Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me, pêwendiya xwe bi nêzîkatiya li Rêber Apo ve heye.”


Divê CPT daxuyaniyê bide

Bayik bibîr xist, ku ev demeke dirêj e li hemberî sîstema Îmraliyê, li dijî tecrîda di nava tecrîdê de têkoşîn tê meşandin, lê belê tevî vê yekê jî CPT nediçû Îmraliyê. Bayik ragihand, neçûna CPT jî bi vê konseptê ve girêdayî ye û got, “Ev konsept ne tenê ji aliyê dewleta mêtînger faşîst a Tirk û rêveberên wê Erdogan û AKP’ê ve tê meşandin. Ji aliyê hêzên komploker ên navneteweyî û dewleta mêtînger faşîst a Tirk ve tê meşandin. Lewma, tevî hemû hewldanan jî CPT demeke dirêj nediçû Îmraliyê.” Bayik diyar kir, ya ji CPT dihat xwestin, bêyî derengmayînê daxuyaniyê li ser hevdîtinê bide û got, “Yanî çûn Îmraliyê, bi Rêber Apo re li ser çi axivîn? Li wê derê çi dîtin? Piştre bi Wezareta Edaletê û hin mekanîzmayên rêveberiyê yên li Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Ev hevdîtin ji bo çi hatin kirin? Armanc çi bû? Divê li ser van mijaran daxuyaniyê bide. Heta CPT daxuyaniyê bide, divê bi biryardarî têkoşîn were meşandin.”


‘Têkoşîna xurt a azadiya rêbertiyê’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de, ragirtina gelê Kurdistanê, hêzên demokasiyê û tevahiya nirxên mirovahiyê di nava tecrîdê de ye. Bayik got, “Lewma divê her kesên hurmetê nîşanî nirxên mirovahiyê didin, alîgirê demokrasî û azadiyê ne, hurmetê nîşanî nasnameya gelê Kurd dide û alîgirê rêxistinbûyîna bi rengekî azad e, divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe xurtir bikin. Azadiya Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Ev yek di heman demê de afirandina sîstema demokratîk li Rojhilata Navîn, pêşdeçûna civak û siyasetê ye. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo tê wateya xwedîderketina li xwe bi xwe ye.”


Pirsgirêk rejîma şerê taybet e

Bayik anî ziman, Ocalan hewl da zîhniyeta înkar û tinekirinê ya li Tirkiyeyê biguherîne û diyar kir, heta ev zîhniyet li Tirkiyeyê hebe, demokratîkbûyîn pêk nayê, pirsgirêk çareser nabin û wê her tim şer hebe.

Bayik li ser vê mijarê, ev nirxandin kir: “Rejîma li Tirkiyeyê rejîma şerê taybet e. Rejîmek li ser vê ava bûye. Rejîma netewe dewlet e. Xwestiye yek milet, yek ol, yek mezheb, yek dewlet, yek alê bafirîne. Bi vê armancê jî timî ji xwe re dijmin afirandiye û serî li komkujiyan daye. Heta ku ev feraseta netewe dewletê neyê guhertin, heta ku ev rejîma şerê taybet neyê guhertin, li Tirkiyeyê ne şer diqede, ne komkujî, n e jî koçberî. Civaka Tirkiyeyê wê ti carî demokrasî, azadî û edaletê nikaribe bijî. Civaka Tirkiyeyê wê nikaribe xwe ji pirsgirêkan rizgar bike.”


Tirkiye ber bi xetereyê ve diçe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn, ku di rewşa heyî de li Tirkiyeyê ne tenê krîzeke siyasî heye, di heman demê de krîzên dîplomatîk, aborî, civakî, çandî, nasnameyî hene û got, “Ev hemû krîz hev du girantir dikin. Ev yek jî Tirkiyeyê ber bi aliyekî gelekî xetere ve dibe. Ya ku van krîzan kûr dike, rê li ber vedike Erdogan û AKP ye. Ev krîz di heman demê de Erdogan û AKP’ê, her wiha tevahiya Tirkiyeyê ber bi aliyekî xetere ve dibe.”

Li ser hewldanên dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan, Hevserokê Konseya Rêveber Bayik ev nirxandin kir: “Gelek hikûmetan, partî, serokên fermandariya giştî, serokkomar, serokwezîr, wezîrên parastinê gotin, ew ê hemû hêza xwe bi kar bînin û bi ser kevin; lê ev yek ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd, bûye sedem têkoşîneke mezintir. Lewma bi ser neketine û ew bi xw qediyan e.”

Bayik diyar kir, Erdogan ji van jî wêdetir, sûdê ji van hemû tecrûbeyan digire û polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne. Bayik got, “Vê yekê ne tenê li Bakurê Kurdistanê dike. Erdogan dijminê Kurdan e. Dijminatiyê li Kurdên li hemû parçeyan dike. Bi dijminatiya li Kurdan ve hewl dide şovenîzm û neteweperestiyê xurt bike, xwe bispêre wê û desthilatdariya xwe biparêze. Ev yek ji bo Kurdan, bi taybetî ji bo PKK’ê sedema meşandina têkoşîneke xurtir e. Ji ber vê yekê plana wan a têkbirinê ber bi aliyê têkçûna wan ve diçe.”


Berxwedanê statû afirandiye

Li ser berxwedana xweseriya demokratîk a ji niha û pê ve Bayik wiha axivî : “Ji bo xweseriya demokratrîk têkoşîneke mezin hat meşandin. Berdêlên gelekî mezin hatin dayîn, zor û zehmetî hatin kişandin. Ev şehadet, ev zehmetî hemû ji bo bidestxistina statuyekê bû. Statu êdî afiriye, bi dest hatiye xistin. Ji vê veger nabe, nepêkane. Berxwedanê rastiya faşîst a Erdogan û AKP’ê, rastiya dewleta mêtînger a Tirk raxist pêş çavên her kesî.”

Bayik da xuyakirin, ku divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe xurtir bikin, xwe bêhtir zane û bi rêxistin bikin. Bayik got, “Bi taybetî divê gelê Kurd yekîtî û piştgiriya hev xurt bike. Girîng e hemû derfetan bi hev re parve bike. Divê destûrê nede kesek li bajar, tax, mal, gund û erdê wan bi cih bibin.”


Hemû rêbazên berxwedanê rewa ne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe, nasnameya xwe û nirxên xwe derkeve û diyar kir, divê ti carî ji têkoşînê tawîz neyê dayîn.Bayik da xuyakirin, ku divê her gava dewleta Tirk weke hewldana tinekirina gelê Kurd bê dîtin, li gorî vê yekê rêxistinbûyîn bê kirin û têkoşîn bê meşandin. Bayik got, “Di vê çarçoveyê de divê her rêbaz were bikaranîn û hemû rêbazên têkoşînê meşrû ne.”  Bayik da zanîn, ku divê ev berxwedan ne tenê li çend bajaran bimîne li hemû gund û bajarên Kurdan bê belavkirin.


AVAŞÎN ADAR / ŞERZAN AYDIN / ANF/BEHDÎNAN