Bi sehnekirina yekê ya sala 2020´an a berhemeke Beethovenî bajarê Bonnê 250 saliya vî mezinê muzîka klasîk pîroz kir. Volker Lösch operaya Fidelio bi doza Kurdistanê ya azadiyê û meseleya girtiyên siyasî yên Kurd li Tirkiyeyê re di nav hev de wêrek û serketî nîşan da.

LUQMAN GULDIVÊ / BONN

Fidelio di 250 saliya Ludwig van Beethoven de li Bonnê bi adaptasyoneke elaqedarî girtiyên siyasî yên Kurd li Tirkiyeyê hat nîşandan û di dawiya wê de azadî ji tevahiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re xwest. Bajarê Bonnê bi alîkariya Şaredarê Bajarê Mezin Ashok-Alexander Sridharan û hewldanên wî yên sponzoriyê 250 saliya Beethoven ê li Bonnê ji dayikbûyî îsal veguherandiye saleke hunerî ya Beethoven. Di vê çarçoveyê de bi kadroyeke mezin derhêner Volker Lösch karî yekane operaya Beethovenî Fidelioyê bi teknîkeke têra xwe nû û bi rêbazên hunerî yên wêrek derxîne ser dikê. Ji bilî serketîbûna Operayê wî peyamên yekser ên siyasî dan û heta di dawiya performansa hunerî de ya li hemberî me êdî destpêka kampanyayekê ye ji bo serbestkirina girtiyên siyasî hemûyan.

Fidelio behsa çi dike

Operaya Fidelio li ser hewldana jina bi navê Leonore e, ya ku wê bi navê Fidelio û weke gardiyanekî hewl bide destgirtiyê xwe Florestan ji zindanê rizgar bike. Di dawiyê de ew ê bi ser keve û ne tenê girtiyê siyasî Florestan lê hemû zindaniyên bi neheqî di heps û zindanê de rizgar bike. Florestan ji ber ku rastiya li ser despotekî siyasî gotiye di hepsê de ye. Leonore ji bo wî rizgar bike biryarê dide weke gardiyanekî di hepsê de kar bike û xwe bigihîne Florestan ê ku destgirtiyê wê ye. Rocco ku sergardiyan e, zilm û zorê jî bike, dilnerm e, xasma jî beramberî Leonore a ku êdî Fidelio ye. Don Pizzaro, waliyê hepsê, ew zalimekî wisa ye ku tecrîdkirina Florestan jî têra wî nake, ew fermanê dide ku bi nedana xwarinê û kêm dana avê, hêdî hêdî Florestan bê kuştinê. Ha li wir Leonore Rocco razî dike ku hinek nan bide Florestan. Vir de û wê de diçe mesele heta ku Leonore dikare xwe bixwe bigihîne Florestan ê êdî li ber mirinê. Sîlehekê wê jî êdî heye, lê ew sîlehê li dijî Don Pizzaro bi kar naîne, di nava xirecireke mezin û tevlîheviyê de Don Pizzaro tê kuştinê û girtiyên siyasî û hemû kesên di zindanê de serbest dibin.

Peyamên yekser ên siyasî

Ha di nava vê çîroka li jorê de ji Volker Lösch hatiye ku meseleya girtiyên siyasî, têkiliyên Elmanyayê û Tirkiyeyê bi cih bike. Ew yekser û bêperde rexneyan li ser dikê dide îfadekirin. Dewleta Tirk bêperde û bê şirove tê ser ekrana dêw, çawa li Cizîrê sivîlan dikuje, çawa deverên şên bi erdê re dike yek. Çawa li xwepêşandêran dixe, çawa êşkenceyê dike. Piştre jî diyalog, şirove û di nava operayê de bicihkirina şahidan heye:

Şahidan behsa zilma dewleta Tirk kir

  • Hakan Akay hem behsa serpêhatiya xwe kir, êşkenceyên lê hatin kirin dema ew 18 salî bû û xasma li cem birayê wî Soydan Akay çawa êşkence lêkirine.
  • Suleyman Demirtaş hem behsa penaberiya xwe, zilma li miletê Kurd hatî kirin, xasma jî qedexekirina zimanê Kurdî kir û hem jî ji bo birayê Selahattin Demirtaş peyivî.
  • Agît Keser behsa neheqî û zilma li xaltîka xwe Hozan Canê û keçxaltîka xwe Gonul (Dîlan) Orsê kir. Ka çawa Hozan Canê ji ber piştgiriya HDP´ê hat mehkûm kirin bi 6 sal û 3 mehan û çawa keça wê ji ber bûyereke li Elmanyayê kete ber lêpirsînê û qedexeya derketina wê ya ji Tirkiyeyê hatiye dayîn.
  • Dîlan Yazıcıoğlu jî ku bavê wê di encama êrişa kontragerîla de birîndar bûye, paşê tevî bavê xwe penaber bûye jî behsa serpêhatiya bavê xwe kir û xwe kir. Dîlanê bi Kurmancî jî li ser dikê peyivî û Fidelio û Kurdî anîn cem hev.   
  • Dogan Akhanli jî behsa êşkenceyê li wî hatî kirin, kir û wî vegot ka çawa piştî bi 20 salan gava vegeriya Tirkiyeyê careke din ji ber sedemên siyasî hat girtin û tenê zexta siyasî ya ji Elmanya û hişyariya raya giştî kirin ku ew bê berdan.

Wêrekiyeke mezin a hunerî

Ji şahidiyan û wê de Volker Lösch ew kirin beşek ji lîstika operayê jî û rol bi wan da kirin. Ekrana dêw bi kêra performanseke dîtbarî a taybet jî hat. Pişta sehneyê û zemînê wê kesk bûn û li ser sehnê 3 kameraman hebûn û zindî weşan dikirin. Weşana wan li ser ekrana dêw bû û bi xêra perdeya kesk, operîst di nava dîmenên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de dihatin bicihkirin. Yanî bêyî ku metna Fidelio bê guhertin, ji bo temaşevan û guhdaran, êdî ew zalim li Tirkiyeyê bûn, ew zilma diqewimî ya dewleta Tirk bû nexasim jî ev zilm li Kurdan dikir. Ew ekran ji bo peyamên siyasî yên yekser jî hat bikaranîn. Rexneyên li siyaseta Elmanyayê, weke li ber gefxarina Erdogan a şandina penaberan serî tewandinê, weke şandina sîlehan a Tirkiyeyê tevî ku ew bi dagirkeriya xwe ya li Rojava hiqûqa navneteweyî binpê dike, girtina rojnamevanan, ev hemû li ser wê ekranê û bi diyaloga di navbera şahidan de darîçav dibin. Mirov wan weke beşeke ji lîstikê êdî dibîne. Fînala van peyaman jî dawiya operayê bû, gava ku hepsî û leonore bi rizgariyê şa dibin û bi dengê efsûnî yê operayê qîr dikin stranan, wêneyên girtiyên siyasî nexasim jî yên parlamenter û şaredarên HDP´yî û DBP´yî tên nîşandan û herî dawî wêneyên wan tên rakirin û li ser ekranê jî Free them all (Hemûyan azad bikin) dinivîse.

Jixwe ev adaptasyon wêrek bû, lê têkilhevkirina peyamên yekser siyasî ku mirov dikare weke kampanyayekê ji bo azadkirina girtiyên siyasî jî bi nav bike, wêrekiyeke mezin a hunerî bû ku Fidelio li Bonnê sala 2020´an bire serî. Orkestraya bi rêveberiya Dirk Kaftan jî karî xwe di nava vê sehnekirina wêrek de pirr baş bi cih bike. Dengên sereke yên Rocco (Karl-Heinz Lehner), Don Pizarro (Mark Morouse), Florestan (Thomas Mohr), Leonore (martina Welschenbach), keça Rocco Marzelline (Marie Heeschen) guhdar hemû heyranî xwe hiştin û tevî operaya pirr bi liv û tevger jî karîn xurtiya dengê xwe bidin der. Jixwe guhdar û temaşevanan li hola hezar kesî a bi serî ve tijî ev yek bi çepik û şabaşên xwe nîşan da. Lîstik hîna wê 4, 16 û 24´ê Çile, 2, 9, 15´ê Sibatê, 14 û 27 Adarê jî bê nîşandan. Wekî din plan hene ku havînî çend carên din bê nîşandan.

 
 

Tekûz û mikemel bû

   

Li ber hola Theater Bonnê beriya premiera Fidelio, çalakiyek heye ku pê doza serbestkirina girtiyên siyasî tê kirin. Di nava wan de kesên ji înîsiyatîfa Stimmen der Solidaritaet (Dengên Piştgiriyê) jî hebûn. Wan îmze kom kirin ji bo berdana girtiyên siyasî. Ji temaşevanên premiyerê Oliver Geffers ê ciwan jî Fidelio ecibandibû. Ew di komîteya piştgiriyê ya NCDK´ya Bonnê de ye û ji bo Fidelio dibêje, “Ez li vir bûm da ku ez piştgiriya xwe bi Kurdan hemûyan re û xasma bi tevgera azadiya Kurd re nîşan bidim. Ev girîng e, ji ber ku Rojava nîşan da azadî li her derî mumkin e. Sedema hatina min ne opera bi xwe bû, lê ji ber ku min dizanî wê balê bikişîne ser têkoşîna azadiyê ya Kurdan ez hatim.”

Di nava temaşevanan de parlamenterê HDP´ê yê berê yê Amedê Ziya Pîr jî hebû, li ser pirsa Fidelio çawa bû, kurtebir got, “Tekûz û mikemel bû. Bi Volker re ez berê dipeyivîm, min behsa rewşa hevalên me dikir. Lê bi rastî ez ne li benda tiştekî welê bûm. Ev cara yekê ye min opera Fidelio ji serî heta binî dît, û performansa wî ji hêviyên min û wê de bû. Yanî ruhê Fidelio weke xwe hişt û di heman wextê de bi rewşa li Tirkiyeyê re vegotiye, ev ezîm bû. Şahid jê weke kesên bi rastî ne hunermend jî li ser dikê bûn. Harîqulade bû.”

Hunermend Şivan Perwer jî di nava temaşevanên Fidelio de bû û ji bo performansa Fidelio ya li Bonnê got, “Welehî gelekî baş bû. Xasma hunandina wê li bajarê Beethovenê muhim e. Jixwe ew fîlozofek bû ku bi muzîkê, heqî û neheqî jî dianî ziman. Volker Lösch, vî camerî xistiye çavê xwe û gotiye ez ê mesela Kurdan tê de bi cih bikim û bi rastî jî ev kar baş kiriye.”

Kampanya Theater Bonnê

       

Di dawiya Fidelio de, gava navên girtiyên siyasî tê nîşandan, tê bibîrxistin ku Theater Bonnê bi xwe kart çap kirin, ji bo ku ji girtiyan re bên şandin, her wiha kart hatine amadekirin da ku ji rayedarên Elman û hikûmetê re bên şandin da ku ji bo azadkirina welatiyên xwe bêhtir hewl bide. Yanî ew danga girtiyên siyasî hemûyan azad bikin, ne tenê bangek dimîne, Theater Bonn bi çapkirina kartan yekser dibe beşek ji kampanyeyekê siyasî ji bo azadkirina girtiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.