Ez bi vê kurtenirxandina li ser çîrokên gorbihuşt Arjen Arî di vê salvegera wî ya çûyîna ser dilovaniyaêde wî bi rêzgirtinî bi bîr tînim.
Edîb û hunermendên me yên çûne ser dilovaniya xwe, nirxên çand û wêjeya netewa me ne. Li nirxên netewa xwe xwedî derketin jî erkekê welatparêziyê ye. Divê ev neyê ji bîrkirin ku Berhemên wan wan digihîjîne bêmiriniyê. Arjen Arî jî ji van nirxên me yên bêmirin yek e. Wî ne tenê di warê helbestê de, di warê çîrokê de jî bermhemeke hêja yê bêmirin ji gelê me re wek mîras hîştiye.
Ez ê îro wek rêzgirtin û bîranîna wî  pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê „Bîhoka li pişt sînor“ bidim nasandin. Ev berhem bi aliyekî ve çîroka gorbihuşt bixwe ye jî. Ew di pêşgotina vê berhemê de wiha dinivîse:
„Jiyana min, jiyana ku sêwîtiyeke zû kir ku bi giraniya wê bihesim, li derveyî min, di ber re ber e ber bi çîrokbûyînê ve çû… Soxî; piştî zaroktiyeke tîştîşî û jiyaneke zîvêr zîvêr, di ber şaîrtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm!“
Gorbihuşt bîst û şeş çîrok, yan jî çîrokên bîranîna xwe di bin navê „Bîhoka li pişt sînor“ de civandiye. Em berê kurte naveroka wan bidin nasîn:
Beşa yekekm di bin navê „Hinek bîranîn hinek çîrok“ de rêzkiriye. Çîroka yekem; Bajarê Mar Efra`îm, li ser navê bajarê Nuseybînê ye. Çîroka duyam „GUR“ jî li ser lîstikên zarokatiya wî ya  bi navê „gur hat gur“ e. Çîroka sêyem di bin navê „Qelî.. û serê çivîkan“ de li ser kêra kalikê wî  ye. Çîroka çaran „Meleko“ ye û li ser lîstîkên wan ê bi hevalê wî Meleko re ye. Çîroka pêncan „por“ li ser mijara qusandina por e. Çîroka şeşan „Birîna reş“ li ser êrişên dijimin yê li ser taxa Qijlê ye.
Beşa duyem jî di bin navê „Kalo“ de hatiye tomarkirin: Çîroka yekem „Kirîvên min“ Li pey bar dikin diçin Nûseybînê, kirîvên wî tên malê.  Çîroka duyem, „Piçek zaroktî“ jî bîranîneke lîstika zarokatiyê ye. Zarok li hespên textik siwardibin. Ya sêyem jî li ser wê kêra mîdyadî ye. Çîroka çaran bi navê „Kewar“ ê ye. Li ser radyoyê ye, cara yekem radyo dikeve mala wan. Ya pêncan „Semyantî“ Li pey mirina bavê wî semyantiya nalê tîne ziman. Ya şeşan; „Mizeyyin“ dema diçe yurdê ku bixwîne, bîranînên wê demê ye.  Ya heftan; „Nokê sêwiyan“ mijara bi erebê hatina malê girtiye dest.
Beşa sêyem jî di bin navê: „Heft rojên wêneyên wan bi dîwarê bîra min ve hilwestî“ tomarkiriye. Ya yekem; „Wêneyê roja ewil“ li pey belavok belakirinê xwe vedişêre. Heftrojan di veşartgehê de dijî û her rojekê wek çîrokekê nivisiye.
Beşa çaran jî di bin navê „Çîrok“ de ye. Çîroka yekem „çîroka çîrokê“ ew dixwaze bi sê telaqên bêfetwa telaqê Tirkiyê bide destê Tirlkiyê û biçe, lê nabe. Ya duyem; „Çîroka du seriyan“ şerê nivisandina bi Kurdî û tirkî ye. Ya sêyem; „General Mehmud“ Mijara miroveke di rengê gaziyên tirkan de ye. Ya çaran; „Çîroka pîrê“ çîroka pîrka xwe ya bi ananeyan ve girêdayî tîne ziman. Ya pêncan; „Qismet“ Mijara ji navçeya xwe qetîn û vegerê girtîye. Ya şeşan; „Bîhokê“ Mijara evîna yekem tîne ziman. Ya Heftan; „Havîn“ Mijara germa havînê ya bêhn diçikine hibijartiye. Ya heştan; „Sêhezarûheft“ evîna zarokên welat e. Ya nehan; „Şermola“ li ser girekê nav Şermola û li gel sînor e.  Ya dehan; „Diranê kurmî“ li ser mijara Ûsivê ermenî yê bi kerpetanê diranan dikişîne ye.
Çend hevok ji berhemê:
„Kê kiyê xwe, çiyê xwe, cihê xwe wendanekirî li van axan?“
„…Hew bizdandin? Nava me diqetiya, dema ku me ev deng dibihîst: -Gur haaat.. guuurrr haaaattt… guuuurrr!“
„Di ber karê miştaxê re, şuxlê min çirvîtk bûn. Mîna karikekî li dû makê têrşîr, bitr; ne sekan li min hebû ne hedan!“
Ne pêşmalkek hebû ku bidin ber stûyê me, ne jî qetek caw. De were… û piştî qusandinê laşê xwe bixwirîne!..“
„..gava herdu leqên saetê digihin hev û li ser hev siwar dibin, du bajar pê re pê re kerr dibin. Roj demê dike hêsîr, dem jî der û dorê!“

Çîrokên wî bi zimanekî herikbar û têr nûkte hatine nivisandin, mirov ji xwendina wê têr nabe. Her kesê ku dixwaze piçek edîbê me yê gorbihuşt binese, divê vê berhema wî bixwîne.
Ev bi vê kurte nirxandinê wî bi bîrtînim.

Nasnama berhemê:
Nav : Bîhoka li pişt sînor
Niviskar: Arjen Arî
Berg: Li ser zemîneke reş wêneyê malbata Arjen Arî (reş û spî) li jêr jî têlên Kurdistan parçekirine hene.
Weşan: Weşanên Avesta Stenbol 2010