HDP’a Colemêrgê: Dewleta Tirk bi binpêkirina mafên hepsiyan, dixwaze wan terkî mirinê bike.

Mûsa Farisogûllari: Kurdî li hepsiyan tê qedexekirin, nameyên bi Kurdî bi pereyan didin wergerandinî Tirkî.

ÎHD´a Izmîrê: Jinên ducanî yên di hepsan de berdin, nabe ku 780 zarok bi dayikên xwe re di hepsan de bin.

Zilmê li hepsiyan û malbatan  HDP’ê ya Colemêrgê, li ser binpêkirinên mafên girtiyan de daxuyanî da û diyar kir ku AKP û MHP’ê girtî terkî mirinê kirine. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî got, nameyên bi Kurdî yên ji hepsiyan re diçin, bi pereyê ji hepsiyan distînin werdigerînin Tirkî û wisa didin wan. Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Izmîrê, jî xwest, jinên ducanî û xwedî zarok ên di hepsan de bên berdan.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de civîna çapemeniyê li dar xist. Li avahiya HDP’ê ya bajêr hevserokên rêxistina bajêr, Sîpan Tûrna û Sînan Kaya, Hevşaredara bajêr a qeyûm cihê wê dagirkirî Humeyra Armût, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên partiyê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan amade bûn.

Hevserokê Bajêr Sînan Kaya di civînê de got, “Hikûmeta AKP’ê bi zanebûn zextan hepsiyan dike. Heger mekanîzmayeke rast a dadgeriyê hebûya, niha heps evqas tijî nedibûn. Rêxistinên civaka sîvîl li dijî rewşa heyî bêdeng in. Hinek partiyên siyasî û saziyên Civaka Sivîl jî li hemberî êşkenceya heyî bêdeng in. Ligel êşkenceya fîzîkî, îşkenceya derûnî û civakî jî li hepsan pir zede bûye.”

Girtî welê hiştine da ku bimirin

Kaya, da zanîn ku di erdheja Xarpêtê de, carek din nêzîkatiya hikûmetê ya beramberî girtî û hikumxaran derketiye holê: “Bi lezgînî hemû girtî sewq kirin. AKP û MHP’ê girtî û hikumxar terkî mirinê kirine. Dîsa girtiya jin Nûrcan Bakir a 28 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin, xwe kuşt. Bi binpêkirinên mafan girtiyan terkî mirinê dikin û ev jî bi serê xwe cinayet e.”

Malbatan jî ceza dikin

Kaya got, malbatên hepsiyan jî ceza dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Malbatên ku me bi wan re hevdîtin kir, hemû dibêjin, ‘tevî girtiyan, me jî ceza dikin û li me jî êşkenceya derûnî dikin.’ Hin malbat ji bo ku zarokên xwe bibînin 4 hezar kilometre rê diçin. Ev bi serê xwe îşkenceya herî mezin e. Em ji vê derê bang dikin û dibêjin ew girtî û hikumxar ne bi tenêne û ne bêxwedî ne.”

Zilma nedîtî li dijî Kurdî

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari jî bi pêşnûmapirsekê ji Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamît Gul pirsî ka halê hepsiyan çi ye. Farisogûllari, destnîşan kir ku nameyên bi Kurdî ku ji girtiyan re tên şandin piştî ku li hepsê bi pereyan tên wergerandin hîna nû didin girtiyan, nameyên ku girtî bi Kurdî dinivisînin nayên şandin û weşanên bi Kurdî yên ji girtiyan re tên şandin jî ji aliyê rêveberiyên girtigehan ve tên astengkirin.

Farisogûllari wekî din got, “Li hin hepsan girtî hatine hişyarkirin da ku di hevdîtinên vekirî de bi malbatên xwe re bi Kurdî neaxivin.”

Farisogûllari ji wezîrê Tirk pirsî ka ev zilm bi rastî tê kirin û heger tê kirin, sedema wê çi ye.

Hepsiyên ducanî berdin

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Izmîrê jî xwest, jinên ducanî û xwedî zarok ên di hepsan de bên berdan. Komîsyonê li avahiya xwe ya Konakê, bi armanca balê bibe ser rewşa jinên ducanî û xwedî zarok ên girtî, civîna çapemeniyê li dar xist. Hevjînê Elîf Tugral a girtî, Nûrî Tûgrûl miracaetî Şaxa ÎHD’ê ya Izmîrê da û diyar kir ku hevjîna wî di hepsa Şakranê de ye, ducanîbûna wê di rîskê de ye û xwest bê berdan. Piştî wî, ji Komîsyona Jinan ÎHD’ê, Cemîle Karakaya got, ku li gorî danayên Wezareta Edelatê, 780 zarok bi dayikên xwe re di hepsan de ne: “Parazvanên mafên mirovan li dijî vê têdikoşin û naxwazin zarok di girtîgehan de bimînin. Qanûnên heyî divê ji bo her kesî lê bin. Lazim e ku jinên ducanî di hepsan de nemînin. Heger ceza li wan hatibe birrîn jî divê cezayê wan bê taloqkirin. Divê zarok bi dayikên xwe re ne di nava çar dîwaran de bin, azad bin.”