Heya niha li Tirkiyeyê, 1'ê Gulan’ê her tim bi rengeke cûda hate pîrozkirin. Hin caran şer, lêdan, pevçûn, lêxistin, bihevketin, bi tirs û bi endîşe, zilm û zorên dewletê, hin caran jî tu dinêrî qadên çalakiyê li her derê bi rengên berxwedanî û aşitî ve têr û tijî ye...
1'ê Gulanê ya 2012'an jî her wiha li her qadê wêneyên berxwedêr û aştiyane dan xuyakirin. Tenê xuyabûn jî na, rih û naverok jî temam aştiyane bûn. Li Kurdistanê heya li bajar û bajarokên rojava, netew bi netew, reng bi reng, çîn bi çîn, bawer bi bawer, ziman bi ziman temam civak meşiyan û xwe gihandin qadan, wek mihricaneke rengîn, wek Newrozê, 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Gelo sedema vê tiştê çiye? Yanî em bêjin her tişt bi kêfa civakê û her car çawa dixwaze hema wisa dike? Yanî gelo em dikarin bêjin carnan canê wî/ê kuştin dixwaze û dikeve nav qadan, dikuje, carnan jî canê wî/ê aşitî dixwaze û wê demê bi hêsteke aştiyane, bi hêsteke coş û êvîn, her kes tevî her kesî dimeşe?
Na!.. Tiştekî wisa nîn e. Dirok û civaknasî rayê me dide ku tiştekî wisa nabe. Divê em bizanibin, rûdanên ku di nav civakan de dibin, ji çîna civakê ve, ji pirsgirêkên civakê ve, ji serwerî û siyasetê civakê ve, heta em bêjin hikûmat û maqeqanûnê ve, dîtin û nêzikbuna civakî ve girêdayî ne.
Heke em hûrnêrîna xwe ji van yekan kûr nekin, em nikarin guherana civakê jî fam bikin. Ji ber ku ewqas êş û keser, ewqas bedel bi kêfê îzah nabe. Ji ber ku di rewşa civakê de her buyer li cihekî peyda dibe, teqez sedemekî wê heye, û tu tiştek bêsedem, belesebeb naqewime, dernakeve holê.
Di piştî vê 1’ê Gulan a rengîn de, heqîbeke bi êş û dijwarî ya dehan sal ve tijî heye. Ew heqîbeke were ye ku, gelek şêhîd di nav de ye, bi xwîna rêberen gel ve tijî ye. Ew heqîb, bi zilm û zordariyê girtîgehê Amedê ve tijî ye.
Tekoşîna Bagok’ê, tekoşîna Cizîr, bi Çayan, Deniz wan, bi tekoşîna Kaypakkaya, Mazlûm û Xeyrî wan, her wiha rêhevalên wan ve tijî ye. Ewilî wan tekoşiyan, wan debel dan, wan di girtîgehan de ber xwe dan, wan mirin, êşyan, êş kişandin û devên xwe tu ji bo berjewandiyên xwe venekirin, ji bo gelan hewl dan, xebitîn û birîn girtin, carek jî li ser birînên xwe nenaliyan, timî ji bo yekbuyîna gelan vegotin, nivîsandin û bang kirin, awazên xwe, dengên xwe ji bo dewlemendiya zimanan, ji bo ber girtina baxçên gelan û xweşjiyana kedkaran bilind kirin.
Lê sîstemê kedxwar, di şûna xwe de ranewest û nesekinî. Bi hezaran kuştin, girtin, qetliam û her wekî zilm û zordestîyan ve bersiv da. Lê berevajî ya berxwedanan dawî ya dawî ew zordestî hukma xwe wenda kir, bêhêz û bêteqet ma, têk çû, carina di nav vê têkçuyina xwe de jî nesekinî, wê gavê xeynî hêzên xwe yên fermî hin hêzên qontra ava kir û ajot ser tekoşerên gelan.
Ji her tiştî sûd girt. Ji bo ku dewlemendiya gelan neyên cem hev, ji bo ku ji hev nehêsin û tu zirarê zimanekî ji kesekî re nîn e nebînin, gelek tevgerên sosret damezirand.
Ji wan yek Hizb-ûl qontra bû. Îro êdî ew ço jî ji dest wan diçe. Oldarên bi wijdan jî di nav pêvayojên dijwar de guherîn, baqil bûn, êdî hişê wan hate serê wan û dixwazin xwe jê sîstemê elîtan xilas bikin.
Sîstema kedxwar ya Tirk, ji 1960’an virva oldaran bikar anî: Wana kir Hîzbûllah, kir cerdevan, kir kujer, kir her tişt û her awayî bikar anî. Neteweperestan jî kirêj kir, wana kir faşîst, kir nîjadperest, kir “Sêva Sor”, bi her awayî bikar anî. Vê gavê doh li qada Taksîm’ê xuya bû ku êdî hişyariyek pêk tê...
Oldar jî pê hesiyane ku xapandina wan zirarê daye kedkaran û berjewandiyên qapîtalîstan hê zêde kiriye. Zar û zeycên gelên feqîr û zelûl miriye, û -wekî ku Mamoste îhsan Elîaçık vedibêje- “xwedî pere destmêj girtine” û kîsa xwe tijî kirine. Heke tevgera oldarên ciwan, ya bi nav “Misilmanên dij kapîtalîst” biserkevin, sîstema dewletê ku bi destê AKP’yê ve dimeşe jî wê ser û bin bibe. Êdî nizanim ên ku xwe wekî “neteweperest-ulusalci” bi nav dikin û xwe bi xwe wek xwedî welatê dihesibînin wan feqîrê Xwedê kêngî hişê xwe hildin serê xwe û sêvên xwe yê sor ya bi jahr bavêjin?..
Heqîba rengan