Van rojan gotina ku ji hêla berdevkên dagirkeran ve herî zêde tê dubarekirin ev e, “Dema şer û lêkdanan derbas bûye, kes nikare bi şer û lêkdanê tu mafî bi dest bixe.” Îcar mixabin hinek kurd vê gotinê dubare dikin. Bo nimûne di Konferansa Kurdistanê de nûnerên hinek sazî û rêxistinan jî heman peyv bi lêv kirin. Tiştê balkêştir wan kesên ku ev tişt digotin, qîma xwe bi xweseriyê nedianî, li gorî wan diviya li Tirkiyeyê pergaleke federal hebe û Kurdistan jî bibe federasyon.
Her kes dizane ku rastiya cîhanê ya îroyîn dûrî van gotinan e. Îro Amerîka bi kuştin û lêkdanê pergalekê li cîhanê ava dike. Bala xwe bidin Iraq û Afganistanê bi di nav çend salan de bi milyonan mirov hatine kuştin. Raperîna bihara ereban bi destûlepê nayê meşandin. Îcar li gorî vê rewşê bala xwe bidin Kurdistanê. Li başûrê Kurdistanê ji bo ku pergala heyî were avakirin, kurdan bi sedhezaran qurbanî dan. Li Îranê ji mêj ve kurd qurbaniyan didin, bi dehan kes hatine daliqandin, lê li holê hê jî tiştek nîn e. Li Sûriyeyê hêj hebûna kurdan nayê pejirandin. Em werin ser Tirkiyeyê piştî şerê 30 salî hê jî hebûna kurdan bi awayekî fermî nehatiye pejirandin, dagirker hê jî li pey dek û dolaban in, li pey xapandina kurdan in.
Di konferansa navborî de tiştek bi awayekî zelal derket holê; kurd êdî nikarin bêyî statu bijîn. Ji bo bi destxistina statuyekê çi pêwîst be divê bikin. Nav û rengê statuyê pir ne girîng e, armanc divê bidestxistina statuyekê be. Ji bo vê yekê divê em kurd hemû dengê xwe bikin yek û doza mafên xwe bikin. Heta niha têra xwe bergind û berdêl hatine dayîn. Gotineke pêşiyan heye dibêje; coyê sist li eniya mirov dikeve. Lewre jî di vê pêvajoyê de mafê me kurdan nîn e ku em xwe sist bikin.
Tiştekî din jî heye divê kurd di vê serdemê de bi guhên xwe ji çîrok û galegalên pûç ên qelemşûrên dagirkeran re bigirin. Ji bo ku hemû gotinên wan parçeyekî şerê psîkolojîk in.  Ew çi dibêjin bila bibêjin, heta ku kurd mafên xwe bi dest nexin divê bi awayî guh nedin gotinên aqilmendên dagirkeran.
Bala xwe bidinê hemûyan dengê xwe kire yek û kurd vexwendin parlamentoyê, kurdan jî riya gotûbêj û diyalogê neqand û vegeriyan parlamentoyê lê di encamê de dagirkeran bernameya xwe ya qirêjî domandin, bi sedan siyasetmedarên girtin û hê jî digirin. Lewre jî divê em guh nedin wan û bila ew “di talana vala de biewtin.”
Her kes dizane ku şer tiştekî xerab e û wekî me gelek caran gotiye, şer di encamê de li ser jiyana mirovan tê kirin, mafê jiyanê ji mirovan distîne. Lê tu kes nikare bibêje, jiyan bi serşûrî û koletî be jî ji mirinê çêtir e. Kes ji me piştî vê kêliyê êdî serşûrî û koletiyê napejirîne.
Baş tê bîra min, gorbihuşt Apê Feqî her carê ev malikên Ehmedê Xanî dubare dikirin:
Herçî bire şîrî destê hîmmet
Zept kir ji xwe ra bi mêrî dewlet
 Lewra ku cîhan wekî erûs e
Wê hukmi di destê şîrê rûs e
Wateya van gotinan çi ye? Seydayê Xanî dibêje, her kesê ku rahişt qebza şûr ji xwe re dewlet zept kir, lewre cîhan wekî bûkê ye û hukmê wê di destê şûrê rût û tazî de ye.
Mixabin hê jî li vê cîhana bedbext a ku “heqiyê di destê neheqiyê de zarezar e”, ev qanûna ku Seydayê Xanî destnîşan kiriye, derbas dibe. Lewre jî pêwîst nake em xwe bi galegalên hîç û pûç bixapînin.