Li kantonên Cizîr û Efrînê sala nû ya perwerdeyê destpê kiriin û li Kobanê jî di destpêka meha Cotmehê de wê  destpêbike. Tevî ku hinek alî û dezgeh bixwazin di mijara perwerdehiya bi zimanlê dayikê ed nakokî û nîqaş jî derxînin, li cîhanê girîngî û serketina perwerdeya bi zimanê dayîke hatiye pejirandin. 

Bi destpêkirina sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya 2015-2016’an re, li Rojavayê Kurdistanê mijara perwedehiya bi zimanê dayîkê dubare geş bû. Li Rojava di şert û mercên dijwar de ew sê sal in perwerdehiya bi Kurdî didome û îsal bi Kongreya Perwerdeya Civaka Demokratîk re êdî veguherî sîstemeke. Wekî her beşek karê Rêveberiya Xweser wekî mînak dîplomasî,tenduristî,aborî û hwd. karê perwerdehiya jî  êdî di bin baneke hevpar de tê meşandin.


Li gor kantonan rewş diguhere

* Li gorî sîstemê, wê li Kantona Cizîrê ji pola yekê heta sisiyan hemû ders bi zimanê Kurdî bêne dayîn, her wiha zarokên Ereb û Suryanî jî dê bi zimanên xwe bên perwerdekirin. 

* Li Kobanê û Efrînê jî wê ji pola yekê heta 6’an hemû ders bi zimanê Kurdî bê dayîn.


Hinek derdor dij propaganda dikin

Li Kobanê di her warî de xebatên ji nûve avakirinê têne meşandin, ji bo pergala perwerdeyê jî liv û tevgereke heye û amadekarî hêdî hêdî temam dibin. Heta niha hezaran zarok li dibistanan hatine qeydkirin û qeydikirin hê jî didome.

Xebatên perwerdehiya bi zimanê dayikê di nava gel de kêfxweşiyek çêkir, lê hinek derdor jî propangadayên wekî, “Perwerde bi zimanê Kurdi nabe, tu kes Kurdî nas nake, zarok biqedînin jî belgenameyên wan nayên naskirin…” dikin. Bi van hewldanên ku wekî “ Perçeyek ji polîtîkayên li dijî şoreşa Rojava û valakirina herêmê” tê binavkirin, tê xwestin ku pêşiya sîstema ku tê avakirin, bê girtin.


Çend mînakên ji cîhanê

Li gor wan dij propagandayan pirsên bi vî rengî derdikevin pêş: “Perwerdeya bi zimanê Kurdî tu feyda nade gel, an jî dê bê qebûlkirin an na, wê çawa bê qebûlkirin? “ Ji bo bersiva van pirsan me çend mînakên li cîhanê pêkhatine berhev kirin. Zimanê dayikê çawa bûye zimanê fermî û hatiye qebûlkirin di van mînakan de tên bersivandin.


Bengladeş û roja cîhanê ya zimanê dayikê

Bengladeş welatê ku dikeve başûr rojhilatê parzemîna Asyayê ye. Dema ku di sala 1947’an de Hindistan ji dagirkeriya Birîtanyayê rizgar bû û dûv re welat wekî Hindistan û Pakistan bûn 2 perçe. Bengladeş a ku dikeve rojihlatê Pakistanê weke herêma rojhilatê Pakistanê di bin serweriya wê de ma. Piştî wê bi salekê, ango di sala 1948’an de Pakistan biryar girt ku zimanê Urdu -tevî ku zimanê kêmneteweyekê bû- wekî tekane zimanê fermî yê tevahiya dewleta Pakistanê bê bikaranîn.

Di vê navberê de li Bengladeşê Tevgera Ziman hebû, wê jî daxwaz dikir ku zimanê Bengalî bike zimanê fermî yê dewletê ku di danûstandinên fermî yê hikumetê, perwerdeyê, dezgehên ragihandinê û hwd de bê bikaranîn.

Nerazîbûnên ewil ne hikûmeta Pakistanê berovajî welatiyên li rojhilatê welat, ango ji bajarên ku bi zimanê Bengalî diaxivin, nîşan dan. Ji wan helwestan di roja 21’ê Sibata sala 1952’an de xwendekaran li Paytexta Bengladeş Deka’yê li zanîngeha Deka xwepêşandanek organize kir, lê belê polîsan xwepêşandêr gulebaran kirin û di encamê de gelek xwendekar hatin kuştin. Vê hişt ku nakokî û çerxa di navbera hikumet û welatiyan de zêde bibin. Piştî gelek tevlîhevî û tekoşînê hikûmeta navendî di 29’ê Sibata sala 1956’an de ji biryara xwe vegeriya û zimanê Bengalî weke duyemîn zimanê fermî yê dewleta Pakîstanê hat binavkirin.

Di sala 1971’an de piştî serxwebûna Bengladeşê ji Pakistanê, zimanê Bengalî bû zimanê fermî yê dewleta Bengladeşê.


21’ê Sibatê bû Roja şehîdên ziman 

Tevgera Ziman a Bangladeşê jî 21’ê Sibatê weke “Roja şehîdên ziman” bi nav kir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî  di sala 1999’an 21’ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê” îlan kir.


Cezayîr û gelê Emazîx

Gelê Emazîxî û pirsgirêka wan a zimanî pişt 20 salan bi  qebulkirina biryarnameya perwerdekirina zimanê Emazîxî di dezgehên perwerdeyê li Cezayirê, çareser bû û niha zimanê Emazîxî li 48 bajarê Cezayirê tê xwendin.

Tevî ku perwerdeya bi zimanê Emazîxî li Cezayîrê heye, bi gelek pirsgirêkên wekî kêmbûna mamosteyên pispor û tevleheviyên bikaranîna tîpên Latîn an jî yên Erebî re, rû bi rû ne. Piştî ewqas sal pirsa gelê Emazîxî hê ew e ku gelo wê zimanê wan bibe zimanê zanist û perwerdeyê yan na?

Niha ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan li Cezayîrê 4 peymangehên pispor ên bi zimanê Emazîxî hene. Ev peymangeh salane bi sedan xwendekarên asta amadehiyê û master di zimanê Emazîxî de perwerde dikin.

Piştî sala 1995’an mamosteyan her yekî ji aliyê xwe ve û bi şewaza xwe ya taybet li gora xwe perwerde dan. Lê belê di sala 2002’yan de êdî materyal û pirtûkên perwerdeyê li gor her poleke hat çêkirin.


Rizgarkirin çebû lê dagirkerî hê berdewam e

Mexriba Erebî, 12 salên Erebî û zanîngeha bi Fransî Pirsgirikên ziman a li Mexriba Erebî (Fas) ji piştî fetihên Îslamî û heya destpêka sedsala 20’an ango di dema dagirkeriya Îspanî û Firansiyan de her dewam kir. Di dema dagirkeriya Fransa û Îspanyayê de êdî zimanê perwerdeyê bû yê dagirkeran. Pirsgirêkên zimanê piştî rizgarinê jî hêsanî çareser nebû û yekser bê zimanê wan ê Erebî û resen veneguherî zimanê perwerdehiyê. Ji bo wê jî di sala 1960’an de dersên mîna felsefe, dîrok û erdnîgarî di sîstema pewerdeyê de bi zimanê Erebî hatin dayîn. Piştre di nîvê salên 1980’yan de dersên zanyarî yên ilmî di asta navîn û amadehî de bi zimanê Erebî hatin dayîn. Li wir pirsgirêka meteryal û têgehan bû sedem ku pêvajoya Erebîkirina sîstema perwerdehiyê, nîvco bimîne.

Niha li Mexriba Erebî sîstema perwerdeya di zanîngehan de, bi zimanê biyanî ye. Xwendekar neçarin ku 12 salan bi Erebî bixwînin heya bawernameya xwe ya lîseyê û li dûv re zanîngehê jî bi zimanê Fransî bixwînin. Hîna pirsgirêka perwerdeya li mexribê bi vî rengî ye û nehatiye çareserkirin.


Mînakên ji Ewropa


Li parzemîna Ewropayê di encama têkoşînek dijwar de, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hat bidestxistin û encamên bi bandor hat girtin. 

Mînakên herî zêde derdikevin pêş jî, zimanê Îrlandî yê Komara Îrlandayê û zimanê Galî di bin pêkutiya Ingilîzan de bûn, zimanê herêma xweser Katalonî û herêma xweser a Baskê ya girêdayî Îspanyayê ne, zimanê Korsîka ya girêdayî Firansayê ye.


Zimanê dayikê: Pêşketin û paşvemayînê 

Di lêkolîneke Navenda lêkolînên mirovî û civakî ku navenda wê li bajarê Wejda ya Mexrîbê ye, li ser perwerdeya zimanê dayikê ya li welatên cîhanê ev tespîta girîng dike: “Tu welatên pêşketî bi zimanên biyanî perwerdeyê nadin. Dewletên Ewropî, Emerîkî û Asyayî yên ku zimanê xwe yê neteweyî di perwerdeyê de bikartînin, welatên pêşketî ne. Lê li welatên ku bi zimanê serdestan an jî bi zimanekî din perwerde tê dayîn, rewşa wan a aborî diyar dike ku ew ji welatên paşvemayî ne. Ev yek diyar dike ku perwerdeya bi zimanê zikmakî şertekî sereke û girîg ê pêşvebirin û geşkirina welatekî ye.”


2 hezar û 400 ziman di talukeyê de ne

Her wiha li gorî lêkolînên UNESCO li cîhanê 2 hezar û 400 ziman di bin talukeya tunebûnê de ne. UNESCO girêdayî vê lêkolînê, bi raporên xwe diyar kir ku divê ji bo jiyîna zimanan, alîkarî û piştgiriya perwerdeya bi zimanê dayikê bêkirin.



NAZDAR EBDÎ/ANHA/KOBANÊ