Li gorî nûcegihanên ANHA’yê ji herêmê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 14’an a Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, gundê Hudhud ê ku 1 km li rojhilatê Minbicê, gundê Qenat El-Xera yê 2 km li rojavayê Minbicê û gundê El-Hemdûniyê yê 2 km li başûrê Minbicê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li gundên El-Hemdûniye û Qenat El-Xera 21 çete hatin kuştin û 10 kelaşikov û 900 guleyên wê, tevî 12 bombeyên destan û 37 rextan hatin desteserkirin.
Li gundê Hudhud ku balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî 7 caran bombebaran kir, 17 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest danîn ser 10 kelaşikov, 6 rext û 3 hezar guleyên wê tevî 3 BKC, 2 B7 tevî 2 rokêtên wê, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan û cihazeke bêtêlê.
Nûcegihanên ANHA’yê ragihand ku li gundê Hudhud çeteyekî êrîşa xwekujiyê pêk anî, lê belê tu encam negirt.
Xelkê Minbicê xwe digihîne qadên azad
Welatiyên Minbicê yên ku xwe gihandin gundê Mihterq Al-Kebîrê ji nûçegihanên ANHA’yê re ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê nahêlin ti kes ji navenda bajarê Minbicê derkeve û diyar kirin ku çete wan mîna mertalên zindî li hemberî şervananbi kar tînin.
Welatiya Ereb a bi navê Wedha Al-Mihêmîd destnîşan kir ku çete li navenda bajêr di nav sivîlan de xwe vedişêrin û bi darê zorê sivîlan li gel xwe dihêlin. Al Mihêmîd diyar kir, çete li cihên din çekan radestî ciwanan dikin û berê wan didin deverên şer.
Wedha Al Mihêmîd ragihand ku çeteyên li bajarê Minbicê di nava tevliheviyekê de ne û got: “Weke dînan li wan bûye. Ne dizanin çi bikin û ne dikarin bi derekê ve biçin. Ji ber ku çete li bajêr di bin dorpêçê de ne, çete ji bo ku nehêlin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD’ê bi pêş ve werin, sivîlan li cihên xwe dîl digirin û xwe di nav wan de vedişêrin. Her wiha sivîlan wek mertalan ji xwe re bi kar tînin."
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD’ê dema sivîl xwe digihînin wan, berê wan didin cihên ewle yên û ku çekên DAIŞ'ê nagihêjinê.
ANHA/MINBIC