
Hozan Dilgeş ku ev demeke nexweşiya şekir pê re hebû, ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çongê re hatine jêkirin.
Hozan Dilgeş bi nexweşiya şekir ketibû û ev du meh in, di nexweşxaneyê de dihat dermankirin. Hozan Diyar li ser hesabê xwe yê instagramê wêneyek weşand ku tê de li gel her sê hunermendên kurd, Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî serdana wî li nexweşxaneyê kiriye.
Hozan Dilgeş kî ye?
Di sala 1952´an de ji malbateke Êzîdî li gundê Fisqînê yê Nisêbînê ji dayik bûye. Dilgeş di sala 1975´an bi profesyonelî dest bi xebata muzîkê dike û di sala 1978´an de yekem albûma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derdixîne. Hozan Dilgeş di 15´ê Îlona 1979´an de ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê. Dilgeş heta niha 8 albûm derxistine.
NAVENDA NÛÇEYAN