Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku çavkaniya bingehîn a medya Rojavayî ya li ser pevçûnên Sûriyê ye, ji Adara sala 2011'an û vir ve hejmara mirovên di operasyonên hêzên rejîmê û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 101 hezar û 513 kesan.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku ji mirovên jiyana xwe ji dest dane 89 hezar û 644 kes sivîl in û ev yek dibe ji sedî 88'ê hejmara miriyan.
Li gorî rapora saziyê, ji sivîlên jiyana xwe ji dest dane 10 hezar û 914 kes zarok in, 9 hezar û 911 kes jî jin in. Hat ragihandin ku ev rêje ji rêjeya sedî 57 a mirina sivîlan di dema 2. Şerê Cîhanê de zêdetir e.
Di raporê de her weha bal tê kişandin ser kuştinên li girtîgehan û tê gotin ku 2 hezar û 964 girtî ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Rapor diyar dike ku di pevçûnên li hemberî hêzên rejîmê de 11 hezar û 849 mûxalîfên çekdar mirine. Li gorî daneyên saziyê, li Sûriyê serê her saetê 6 kes, rojê 135 kes, ji her du saetan carekê zarokek û ji her sê saetan carekê jî jinek jiyana xwe ji dest didin.
Di raporê de behsa mijara girtinan jî tê kirin û gotin ku hêzên rejîmê heta roja îro 215 hezar kes girtine û zêdeyî 80 hezar jî winda ne. Di raporê de tê gotin ku di nava girtiyan de 9 hezar zarok û 5 hezar jin hene û hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dikin, wan birçî û tî dihêlin.
Rapor, di demeke ku hêzên Rojavayî yên bi pêşengiya DYA û Fransayê biryarên ji bo destwerdana leşkerî li Sûriyê wergirtine, hat weşandin. DYA diyar dike ku di bombebarana 21'ê Tebaxê ya li Şamê de rejîma Esad çekên kîmyewî bikar aniye û di vî warî de delîl di destê wan de hene. Rêveberiya Şamê jî tewanbariyan red dike û bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku pêşî li êrîşan bigire. Rûsya ya piştgiriyê dide rejîma Esad jî diyar dike ku agahiyên der heqê kîmyewî de tên ragihandin, baweriyê nadin.
LONDON