
Navendên qeydan hene
Saruxan derbarê tevlîkirina ciwanan a erka xweparastinê de jî ev agahî dan: “Ji aliyê Desteya Parastinê ve ji bo malbatên ciwanan vexwendname (kaxizên leşkeriyê) tê şandin da ku werin leşkeriya xwe bikin. Piştî ku kaxiz çûn malên wan, wê ciwan tevlî erka xweparastinê bibin. Lê ger ku neyên, wê demê em wekî Desteya Parastinê navên wan didin Asayîşê. Asayîş jî li ku derê wan ciwanan bibîne, wê bigire bibin leşkeriyê. Biryara girtinê û avêtina ji leşkeriyê tune ye. Kesên ji leşkeriyê jî bireve, êdî hewaleyî dadgehê tê kirin. Dadgehê çi biryar girtibe, wê wekî biryar ew bê pêkanîn.” Sarûxan da zanîn ku li gorî qanûnê her ciwanek wê li herêm an jî bajarê xwe erka xweparastinê bicîh bîne û wiha dom kir: “Pêwîst nake kesek ji Serêkaniyê biçe Dêrîkê yan ji Tirbespiyê biçe Hesekê. Yanî her kes wê herêmên xwe biparêz e.”
Du dewre hatine vekirin
Wezîrê Parastinê Saruxan, destnîşan kir ku piştî serlêdanan li Kantona Cizirê dewreyek perwerdeyê hatiye dayin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewreya duyemîn jî beriya çend rojan hate vekirin û niha didome. Ciwan ji aliyê kesên ku di leşkeriyê de profesyonel in û di nava YPG’ê de cîh digirin ve têne perwerdekirin. Ev kesên profesyonel jî rasterast girêdayî Desteya Parastinê ne. Kesên ku piştî perwerdê bixwazin biçin YPG’ê yan jî dema şerek çêbû bixwaze erka xweparastinê pêk bîne, dema pêşniyar û daxwaza xwe ji Desteya Parastinê re kir, dikare biçe eniyên şer û cihê xwe bigirin. Lê em tu kesî naşînin YPG’ê.”
‘Wê herêma xwe biparêzin´
Sarûxan got: “Navê ciwanên ku erka xweparastinê pêk tînin, Hêzên Parastinê ye. Erka van hêzan ew e dema êrîşek were ser herêm û bajarên wan, wê herêmên xwe ji êrîşan biparêzin. Dema êrîşek jî nebû, li navendên xwe dimînin. Ev ciwan mehek perwerde dibînin, 5 mehên din jî parastina bajarên xwe dikin. Di leşkeriya hemû welatên cîhanê de destûr heye. Li vir jî piştî perwerdeya ciwanan a mehekê derbaz bû, her kes çend rojan çûn mala xwe û dîsa hatin ser karê xwe. Di nava van 5 mehên leşkeriyê de jî, her kes heftê yan jî du hefteyan carekê diçe mala xwe. Bêhndana wan a mala jî, li ser rojên wan ên leşkeriyê tên hesibandin. Dîsa ji bo karekî lezgîn an jî di rewşa nexweşiyekî de destûr tê dayîn.”
‘Antîpropaganda vala derketin’
Sarûxan anî ziman ku Hêzên Parastinê ne endamên YPG’ê ne û wiha dom kir: “Raste YPG hêzeke şere û li eniyên pêş de Rojava diparêze. Êdî YPG hêzek profesonel e, bi hêze xwe û îradeya nîşandayî hatiye îspatkirin. Parastina me nebe, tiştekî me jî nabe.” Êdî baweriya civakê bi vê zagonê, bi vê biryarê tê. Ew propagandayên ne rast ên li dijî erka xweparastinê dihatin kirin çewtin. Ciwan bi xwe berê xwe didin navendên erka xweparastinê û navên xwe didin nivîsandin.” Saruxan diyar kir ku civaka Rojava xwedî çandek berxwêdêr e, lewre tenê kesên bê îrade û xwe spartine hêzên derve van gotinên nerast dibêjin. Wezîrê parastinê yê Kantona Cizîrê Saruxan bang li hemû ciwanan kir ku bi dilekî germ, bi heyecan û bi dilê xwe werin leşkeriya xwe bikin û axa xwe ji çeteyan biparêzin.
ANHA/QAMIŞLO