Rojnameya Fransî Le Mondeyê li ser siyasetmedara jin a Kurd ku 13’ê Cotmehê şehîd bûyî got, “Bû qurbaniya kûçikên şer ên Enqerê”.
Di rojnemeya Le Mondê de di nûçeya Benjamîn Barthe û Allan Kaval de cih dane siyasetvana jin a Kurd ku 13’ê Cotmehê ji hêla komên çete yên rejîma Tirk ve hatibû şehîdkirin.
Di nûçeyê de çavdêriyên li ser merasîma cenazeya Xelef hatine parvekirin. Nûçe bi sernava, ‘’Şehîd Hevrîn bû qurbaniya kûçikên şer ên Enqerê’’ hate weşandin. Têgîna ‘’kûçikê şer’’ li Serdema Navîn ji bo siwarên kirêkirî dihate gotin, niha jî ji bo çekdarên kirêkirî tê bikaranîn.
Di nûçeyê de hate gotin Xelef li Dêrikê, li ‘şehîdgehê’ hatiye veşartin û li ser merasîma cenaze hate gotin: ‘’Li bakur aso Tirk e. Li Rojhilat çiya yên Iraqê ne. Yekşema vê Cotmehê rîtûela cenazeya ya tevgerê bi kitekitî hate bicihanîn: Sirûda netewî ya Kurd, stranên şoreşgerî, slavdayina çekdarî, hêstirên çavan ên dayikên yixtiyar ên bi çarik, nîşaneya serfiraziyê ku ji bo bîranîna şervanên şehîd tê rakirin. Lê ev merasîm di wî şerî de ku dawî lê nayê, ne ya nû ye: li ser mohra kirêtiyê heye.”
Rojnameyê ku behsa dîmenên şehîdkirina Xelef kirî dibêje,’’Li hêlekê revdeyeke nêran dor lê pêçaye, bi dehan gule lê ketine. Hemû jî komên alîgir ên Enqerê ne.’’
PARÎS