Di serî de birîndarên êrîşa îna bihurî li Amedê, doh li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xelk çû ser sindoqan. Nexasim jî li Kurdistanê tevlîbûna hilbijartinan zêde bû. 

Li peytexta dilan Amedê welatî bi eleqeyeke mezin çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn, bi sedan welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP’ê pêk hat de birîndar bûn jî çûn ser sandoqan. Welatiyên birîndar ên ku li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Gazî Yaşargîl tên dermankirin û yên li nexweşxaneyên din ji bo ku dengên xwe bi kar bînin bi ambulansan hatin cihên ku dengên xwe li wan bi kar bînin. 


‘Ji bo dengekî êrîş kirin’

Welatiyê bi navê Mehmet Şah Tangoner ê di teqînê de du lingên wî û milê wî yê rastê şikest ji nexweşxaneyê çû navçeya Bismîlê dengê xwe bi kar anî. Tangoner got, yên ku dixwazin îqtidar bimînin ji bo kursiya xwe saxlem bikin êrîş dikin û nirxandina “ji bo dengekî bi sedan mirov birîndar kirin, xwestin qatlîamê pêk bînin. Divê her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, biçe ser sindoqan û dengên xwe bi kar bîne” kir. 


‘Ez ê milê xwe yê çepê jî bidim’

Welatiyê bi navê Alan Demîr ê ku milê wî yê rastê û bevila wî şikest jî çû gundê Uçadamlar a Licê û dengê xwe bi kar anî. Demîr got: “Em ji bo aştiyê li wir bûn. Heke teqîn pêk nehata dê ji bo demokrasiyê baş ba. Min di vê teqînê de milê xwe yê rastê da, heke aştî pêk bê ez ê milê xwe yê çepê jî bidim.”


‘Me di sindoqê de bersiva pêwîst da’

Welatiyê bi navê Huseyîn Toprak ê ku du milên wî şikestin û hin deverên laşê wî şewitîn jî çû gundê Hestiya yê Amedê û dengê xwe bi kar anî. Toprak ligel rewşa xwe ya giran jî çû gundê xwe. Toprak wiha axivî: “Ev hewldana qatlîamê ya li dijî gelê Kurd dê bêbersiv nemîne. Me bersiva pêwîst di sindoqê de da.”


Bi brîndarî li Izmîrê dengê da

Welatiyê bi navê Firat Oral ê ku di êrîşa bombeyî ya li Amedê ji herdu lingên xwe birîndar bû çû Îzmîrê û li wir dengê xwe bi kar anî. Oral di êrîşa bombeyî de ji herdu lingên xwe birîndar bû û bi vî halê xwe bi balafirê çû Îzmîrê. Oral li Dibistana Navîn a Bornovayê li sindoqa dengê xwe 1413'an bi kar anî. 


 NAVENDA NÛÇEYAN