Piştî operasyona hêzên dewleta Tirk a li ser maleke li Kolana Narîn a Taxa Cûdî kut ê de 10 cenaze û 52 birîndar hebûn, beriya sê rojan 29 cenaze hatin wergirtin û pêr jî 12 cenaze hatin girtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Duh jî 31 cenaze hatin girtin û hat ragihandin ku her 31 cenaze jî wek cenazeyên din ên hatibûn wergirtin şewitîne û parçe bûne.
Di jêrzemîna wehşetê ya yekemîn a li Kolana Bostanci ya Taxa Cûdî ya Cizîrê, cenazeyê 7 kesan ku ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, 15 birîndar û 9 kes hebûn. Di jêrzemînek wehşetê ya duyemîn a heman taxê ya li kolana Narînê jî 10 cenaze û 52 birîndar dihatin zanîn. Pêr di êrîşa li ser maleke li Taxa Sûrê ya 45 birîndar tê de bûn jî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 birîndar jî li benda rakirina nexweşxaneyê bûn. Heta niha ji herêma ev her sê avahiyên ku bi giştî 149 kes tê de ne, 82 cenaze hatine derxistin.
Li Şirnexê bi şev heta sibehê pevçûn
Li Şirnexê bi şev li pey hev teqîn çêbûn. Li gelek deverên cuda yên bajar 4 teqînên mezin çêbûn û li hin noqteyan jî pevçûn qewimîn. Li taxên Yenîmahalle û Bahçelîevlerê ceyran qut bûn û piştî teqînê hêzên dewletê barîkatên li taxên berxwedana xwerêveberiyê heye gulebaran kirin. Hêzên YPS û YPS Jin jî bersiv dan êrîşên hêzên dewletê. Her wiha li cadeya Qilabanê 2 dîrekên mobeseyê ji cihê xwe hatin derxistin û hatin rûxandin.
ENQERE