Çîroka hînbûn û hînkirina kurdî, çîroka Ferzad Kemanger û çîroka dibistanên li herêmên bijare di belgefîlmê bi navê “Her mal dibistanek” de derketin pêşberî temaşevanan.

Li Tirkiyeyê û li Bakur dibistanên seretayî bi kurdî nîn bûn, lê hêdî hêdî daxwaz çêdibû. Li ser vê di destpêka salên 2010’an de şaredariyên kurd li çend bajarên bijare “dibistanên kurdî” vekirin. Di van dibistanan de wê perwerdehiya bi kurdî bidana zarokên biçûk û ew ê neçûna dibistanên bi tirkî. Heta astekê meteryal jî hebûn. Li Amedê, Geverê, Cizîrê, Şirnexê cihên taybet hatin hilbijartin û dest bi perwerdehî hat kirin. Di sala pêşî de hejmara xwendekaran li dor tiliyên çar-pênc destan bû lê her ku çû zêdetir bû. Dema hatin girtin hejmar bi sedan bû û bingeha dibistanên seretayî jî bi vî awayî hatibû danîn. Lê rojek bêyî biryareke fermî hêzên dewletê çûn ber derî û mohr kirin. Wan ew mohr qetandin û dîsa dest bi perwerdehiyê kirin, ew dîsa hatin mohrkirin. Cara dawî êdî bi biryarên ji jor de ew dibistan hatin girtin.

 

Derhêner Ardîn Dîren

Li ser vê pêvajoyê derhêner Ardîn Dîren belgefîlmekî bi navê “Her mal dibistanek” kişand. Belgefîlm di çarçoveya 12’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de derket pêşberî temaşevanan.

Derhêner Ardîn Dîren di sala 1988’an de li Misirca Batmanê hatiye dinê, li Zanîngeha Akdenîzê Sînema TV xwendiye, di sala 2014’an de belgefîlmekî bi navê “Veguherîn” kişandiye û niha bi “Her Mal Dibistanek” li pêşberî temaşevanan e.

 

Hêjabûna dibistanan

Dîren di belgefîlmê xwe de beşdaran dibe heta serdema wê pêvajoyê, bi dîmenên wê demê kişandine beşdaran agahdar dike û paşê girtina wan dibistanan û sedema wê nîşan dide. Hevpeyvînên ligel xwendekarên biçûk ên dibistanan, ligel malbatên wan gelek xweşik, şîrîn in. Belgefîlm hêjabûna wan dibistanan, fêdeya wan a ji bo wan zarokan baş tîne ziman ku ev yek serketina belgefîlm nîşan dide.

Di nava wan dibistanan de ya herî zêde derketiye pêş “Dibistana Ferzad Kemanger” e ku li Baxlara Amedê bû. Wê cihekî baş di belgefîlm de girtiye; hem bi çîroka dibistanê, hem bi çîroka Kemanger bi xwe.

‘Eleqe zêde dibû loma girtin’

Li gor gotina derhêner Ardîn Dîren dema ew dibistan li ser kar bûn wî dîmen kişandine lê nedizanî wê rojekê ew bêne girtin, û ew jî wê belgefîlmekî wisa çêke. Ji bo temamkirina belgefîlm ev salek e ew li ser dixebite û di dawiyê de ji dîmenên berê kişandibûn, û ji dimînên niha kişandine belgefîlma xwe temam kiriye û pêşkêş kiriye.

Li ser wan dibistanan jî Dîren wisa dibêje: “Pêşî wekî cihên pîlot ew dibistan hatin destpêkirin. Paşê eleqe gelek lê zêde bû loma ew girtin. Di destê wan de materyalên bi kurdî ji pola 1’ê heta 8’ê hebû, nexwestin zêdetir berfireh bibe. Dewletê digot ‘Ez dibistanan vekim jî materyal nînin, wê çi bikin’ Lê Enstîtu û saziyên din ên kurdan ev 15 sal zêdetir in li ser dixebitiyan. Materyal hebû. Di dema van dibistanan de jî komîsyon hatibûn avakirin, her tişt bi zanebûn dimeşiya, hema ne wisa ji rêzê. Loma nexwestin ew pêş bikeve, girtin.”

Piştî dibistan têne girtin hin malbat vê pêvajoyê li malên xwe didomînin ku hê jî yên didomînin hene. Di belgefîlmê de temaşevan vê yekê jî dibînin.

 

DIYARNAME