Desteya Weşanê ya rojnameya Îngilîz  Morning Star di civîna Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî de ji bo azadiya nûçegihana Jinnewsê, Kîbriye Evren dest bi kampanyayê kir. Kîbriye Evren ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ev 145 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Di daxuyaniya NUJ Morning Star Chapel de hate gotin, “Li Tirkiyeyê yanî li mezintirîn hepsa rojnamevanan a dinyayê, em piştgiriyê didin xwişk û birayên xwe. Em îro ji bo kampanya me ya ji bo azadiya Kîbriye Evren banga piştgiriyê dikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi rûniştina pêr a doza Kîbriye Evren hate kirin ku dadgeriya Tirk biryar da, ku Kîbriye Evren girtî bimîne. Rojnameyê bang li sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku piştgiriyê bidin Kampanya “Azadî ji Kîbriye Evren re.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN