[caption id="attachment_107234" align="alignleft" width="300"] Güler Buğday[/caption] [caption id="attachment_107235" align="alignleft" width="246"] Sultan Bozkurt[/caption]         Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bang li malbatan kirin ku zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin. Zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Elî Bedîrxan di 15’ê Gulana 1932’an de li Şamê hejmara yekem a kovara Kurdî bi navê Hawar weşand. Kurd her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî axivîn. Têkoşîna ziman û hebûnê  Dayika Aştiyê Guler Bugday destnîşan kir ku ziman ji bo her gelî girîng e û got, “Me ji ber zimanê xwe gelek êş û elem dîtin. Bi salan e ku em ji bo zimanê xwe têdikoşin û hene. Heger gelek hebe, zimanê wî jî heye. Bi salan ji Kurdan re gotin, zimanê we nîne. Lê di sedsala 21’emîn de gelê Kurd bi têkoşîn, berxwedan û xebata xwe zimanê xwe bi cihanê îspat kir.” Her tişta we bi Kurdî Guler Bugday bi taybetî banga xwedîderketina li ziman li her kesî kir û got, “Hemû karê xwe bi Kurdî bikin. Zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin. Ji zarokên xwe re loriyên bi Kurdî bibêjin. Heger hûn van bikin, dewlet nikare zimanê gelê Kurd qedexe bike. Bila her mal bibe dibistanek da ku zimanê me fermî bibe.” Armanca dewletê qirrkirin e Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan bike Tirk û wiha axivî: “Me sala1994’an koçî Izmîrê kir. Nêzî du salan em li Izmîrê man. Piştre em hatin Stenbolê. Di jiyanê de tişta herî zor ew e ku mirov ji welatê xwe koç bike û li welatekî din bi zimanekî din biaxive.” Bozkurt bal kişand ser girîngiya axaftina bi Kurdî û got, pêwîst e bi taybetî Kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin.  STENBOL