Ji aliyê Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn ve li Amedê 7’emîn Mihrîcana Belgefilman a FilmAmedê hat lidarxistin. Mihrîcan bi nîşandana belgefilma ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Rêvebirên navçe û navendê yên HDP’ê, Endamên Koma Helbestê ya Amedê, nûnerên civaka sîvîl û sînamehezan li   belgefimê temwşe kir ku li Eywana Sînemayê ya Çand Amed a Navende Kongre û Çandê ya Amedê hat nîşandan.

Bi slogana Bijî Berxwedana Zindanan

Berî ku nîşandana belgefilmê dest pê bike, dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ a ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan, hat gotin.

Belgefilmê bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê; temaşevanan jî film gelekî eciband. Jixwe ji ber ku cejna zimanê Kurdî jî di nava vê hefteyê de ye, ev belgefilm weke fînala FilmAmedê manedartir jî bû. Piştî nîşandana belgefilmê derhêner û lîstikvanan daxuyaniyeke kurt dan. Lîstikvanan malavahiya Parlamentera HDP’ê Saliha Aydeniz û wan kesan kir ku alîkarî bi wan re kirine. Bi nîşandana vê belgefilmê jî Mihrîcana 7´an a FilmAmedê bi dawî bû.

 

JINNEWS / AMED