YAQOB TILERMENÎ
Poulain de la Barre gotiye, "Divê mirov bi guman nêzîkiyê li nivîsên mêran ên der barê jinan de bike. Çi ku, ew hem dadger in, hem dozdar in."
Ez weke mêrekî di serî de lêborînê ji jinan dixwazim ku bi wêrekî nivîsekê der barê jinan de dinivîsim. Ligel ku xwe weke pro-feminîstekî dihesibînim, mafê her jinê heye ku bi gumanî pêşwaziyê li vê reşbeleka min bike. Û ez "ji despêka azmûna nivîsandina xwe ya bi Kurdî û heta roja îroj, bi xwendin û lêkolînên xwe yên wêjeyî, dîrokî û felsefî li hebûna gelek şêrejin û şêremêrên cîihanî bûme şahid. Bêtir jî şêrejinên Kurd ên navwinda li her dergehên derûniya min a wêjeyî bûne mêvan û li hêviya vekirina wî dergehî rawestiyame. Ez jî bi hewldana vekirina wî dergehî hinekî dîtir pê dihesim û deynê xwe yê ji bo wan lehengan didim.“*
25'ê meha yazdehan weke rojeke navnetewî, roja têkoşînê ya li dijî şideta li jinan li ser xatirê her sê xwişkên bi navên Patria, Minerva û Maria yên li dijî dîktatoriya Komara Domînîkê li ber xwe dayî û bi tecawizê hatine kuştin, ji terefê Netewên Yekbûyî ve di 17'ê Kanûna 1999'an de hatiye pejirandin.
Ji 365 rojan, rojek ji bo dijderketina tundiya li dijî jinan, dibe ku fena dilopek ava tasekê biçûk be, lê ji bo hişyariya mêran û haydariya jinan gaveke erênî û bi kêrhatî ye. Ji ber hindê, di serî de jin, paşê mêr, divê ji bo hişyariyê ramanên xwe û mikurhatinên xwe bi wêrekîyekê pêşkêş bikin.
Mêr (em) ew qasî hînî birêvebirina jinan bûne û ew qasî xwe weke sermiyanên jinan dihesibînin, heger bi destên jinan hişyariyekê nebînin, desthilatdarî û sermiyandariya xwe dê weke dana xwedê heta hetayê bidomînin. Heger em li mînakan digerin - weke mêr -, em li zewaca xwe, li tevger û gotinên xwe yên der barê dayik, xwişk, jin û keçên xwe de binihêrin, bes e. Her mêrek, serdestek e; her mêrek, xwedîyek e; her mêrek, patronek e; her mêrek, xelaskerek e. Serqise, her mêrek xwedî hêz û wêrekiyeke xwedayî ye ku jinê, jiyanê û azadiya jinê bi rişma dest xwe ve şidandiye.
Jin (ew) ew qasî hînî birêvebirina mêran bûne û ew qasî xwe weke keç, jin, xwişk, dayik, xizmetkar û hijmetkarên mêran dihesibînin, heger haydariyekê bi destên hemzayendên xwe bi dest nexin, bi vê rista xwe ya hînkirî û hînbûyî dê weke dana xwedê heta hetayê bijîn. Lê, weke qanûneke zanista fizîkê ya bi navê "bandor-bertek"an, jin di nava şert û şirûtên herî dijwar de jî bi serîrakirinekê li dijî 'bandor'a mêran bi 'bertek'a xwe derketine û bûneweriya xwe li ser pergala mêrane ferz kirine. Dijderketina Xwişkên Mirabel li hemberî dîktatoriyekê, mînakek e û jixwe li ser vê dijderketinê bûye sîleyek û li rûyên zilamtiyê ketiye. Jixwe, mirov sekna jinên Kurd ji Besê, Zerîfe, Leyla Qasim, Meryem Xan, Eyşe Şan, Bêrîtan, Zîlan, Sema Yuce heta bi Arîn Mîrkanan bide ser hev, dijderketin û xwebûna jinê ya li hemberî hemû desthilatdariyan dikare ji bo hemû jinên li cihanê cihê şanazî û têkoşeriyê be. Hem li erdnîgariya Kurdistanê, hem li zindanên Îran û Tirkiyeyê jinên Kurd ên hîna jî tûşî tundîtiyê dibin, ji terefê pergalên Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî nayên dîtin û nayên nalebarkirin. Çi ku, xwediyê van pergalan mêr bixwe ne.
Li gelek sazî û rêxistinan (pergalan) mêr xwe weke kesên jinparêz, wekhevîparêz û xelaskerê jinan dihesibînin û bi vî hawî pesinnameyan dixwazin. Em ji bîr nekin ku jinên pêşeng bixwe ev xetere destnîşan kirine û li hemberî vê helwêstê, helwêsteke şoreşgerî danîne. Marie Bashkirtseff** bi gotina, "Ez çi me? Ne ti tişt. Hingê min dixwest bibim çi? Her tişt", rêya ondinismeyê*** ya ku zehfên jinan li ser wê ye, rê daye. Ji lew re; ev rê ber bi megalomanieyê**** ve diçe. Mêr, jinê mezin dike û derdixe ser ewran, bi xwedawendiyê bi nav dike. Bi vî hawî jin radestî mêr dibe û dibe parçeyek ji wî. Jixwe, gelek mêr vê ji xwe re weke hunerekî dibînin û bi vî hawî dehfikan li ber jinan vedidin.
A baş, ji destpêka dîroka mirov û heta îro jinên berxwedêr digel hemû asteng-mêran hem bi tevgerîn hem jî bi hiş û hoyekî rewşenbîrî helwêstên xwe diyar kirine. Jina feylesof û rewşenbîr -her çi qas nivîsên mêran ên li dijî vê gotinê pirr bin jî- ya bi navê Simone De Beauvoir ramanên xwe di gelek pirtûkan de pêşkêşî jinan kirine, lê mixabin gelek jin ji ber manîpulasyonan di ramanên wê negihiştine. Simone de Beauvoir di pirtûkên xwe yên bi navên "Zayenda Duyem" û "Serpêhatiyên Jineke Ciwan" de wiha kerem kiriye: "Jinê, kêmaniya di navbera xwe û mêr de bi Xebatê temam kiriye: Û tenê Xebat dikare azadiyeke şênber bi wê bide qezenckirin. Dema jin ji kurtêlxwiriyê xelas bibe, avahiya bilind a dîlîtiyê hildiweşe; êdî pêdiviya wê ji mêr namîne ku navbeynkariya wê û gerdûnê bike. Sedaqet û dilsozî kavilê herî mezin ê li ser serê wê ye û girêdana dest û lingên wê ye: Hingê jin jî bi salvoyekê rêya derketinê di heyranî, evînî û oldariyê de peyda dike..."
Simone De Beauvoir xetereya li pêşiya jinê ya oldariyê bi nivîseke dûdirêj rave kiriye û jixwe mirov bi milyonan jinên oldar weke mînakên wê nivîsê bi çavên seriyan dibîne. Mirov gotina Frazer***** a di vê mijarê de, "Mêr xwedayan diafirînin û jin jî wan diperesînin" dikare weke kurteya wê nivîsê bixwîne.
* Yaqob Tilermenî. Pizdank, Rûpel: 148. Weşanên Lîs.
** Marie bashkirtseff: Wênesaz û peykertraşa Ûkraynayî. Bi rojnivîskên xwe navdar e.
*** Ondinisme: Pêrî-tiya avê, heyraniya xwe
**** Megalomanie: Nexweşiya mezinkirina ezî-tiyê. Ev jî, ber bi pornografiyê ve diçe.
***** J. G. Frazer: Antropolog û nivîskarê Skotlandî. Bi pirtûka Guliya Zêr navdar e