Şêxo Îbrahîm: Li dijî êriş û dorpêçan hemûyan jî em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê hewl bidin jiyana xwe bi derfetên xwe bidomînin. Em ê teqez vegerin Efrîna xwe.

ROJ DENÎZ/HÎVDA HEBÛN / ANHA/ŞEHBA

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi sed hezaran Efrînî neçar man xaka xwe biterikînin û koçî herêmên Şehba û Şêrawayê bikin. Şêniyên Efrînê li Şehbayê di kampên Berxwedan, Serdemê, li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê û kampa Vegerê li ber xwe didin ku vegerin Efrînê. Yek ji kampên ku destpêkê li herêma Şehbayê hate avakirin Kampa Berxwedanê ye. Ji Rêveberiya Meclîsa Kampa Berxwedanê Şêxo Îbrahîm qala sîstema xwe ya rêxistinbûnê kir. Şêxo Îbrahîm bal kişand ser zehmetiyên xelkê kampê û dibêje; ”Me pergala xwe ya xweser li kampan jî dewam kir. Destpêkê komunek hate avakirin. Bi vî rengî pêwîstiyên mecbûrî yên gel hatin pêşwazîkirin.

14 komun hatin avakirin

Di nava mehek du mehan de gel gelekî zehmetî kişand. Piştî du mehan êdî komun ava bûn. Li kampê 14 komun hatin avakirin. Gel di nava komunan de kom bû. Bi rêya hilbijartinê hevserokên komunan hatin hilbijartin. Komîsyonên van komunan hatin avakirin. Bi vî rengî hewl hate dayin ku pêwîstiyên banyo, peydakirina ava vexwarinê û xwarinê ya gel bê tedarikkirin. Di nava sê mehên destpêkê de ti rêxistineke civakî ya sivîl nehate kampê. Bi piştgiriya gel Rêveberiya Xweser pêwîstiyên gel hemû pêşwazî kirin.”

Xelqê Efrînê ji vegerê re amade ye

Şêxo Îbrahîm diyar kir ku xewn û xeyala xelkê Efrînê vegera cih û warê xwe ye û got; ”Haya xelqê Efrînê ji dijmin heye û jiyana xwe jî di vê çarçoveyê de bi rêxistin dike. Bi rêya komîteyên parastinê, jinê, civakî, lihevkirinê, meclîs, komun, komîte û şaredariyê xizmetê ji gel re dikin. Ji bo xelkê qadên perwerdeyê jî hene. Xelk di van perwerdeyan de jiyana xwe ji nû ve bi rêxistin dike û xwe ji vegera li Efrînê re amade dike.”

Destpêkê gelek zehmetî hebûn

Şêxo Îbrahîm di dewama axaftina xwe de  bahsa zahmetiyên gel yên destpêkê jî kir û got; ”Destpêkê gelek kesên li kampê şert û mercên giran nikarîbûn qebûl bikirana, gelekan ji wan dixwestin ji herêmê biçin. Lê belê xelk niha rewşê baştir fêhm dike. Rastiya dijminê li dijî xwe zane û haya xwe jê heye ku divê li dijî vê yekê li ber xwe bide. Niha jî ji ber ku rejîmê rê li me asê kiriye, em nikarin nexweşên giran derman bikin. Li dijî hemû êriş û dorpêçan jî em dev ji berxwedana xwe bernadin û hewl didin jiyana xwe bi derfetên xwe bidomînin. Şêxo Îbrahîm di dawî de bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir ku ji bo gel, bi taybetî jî alîkariya klîma û pêwîstiyên bingehîn bikin.