
Li bajarê herêma Baskê ya Spanyayê Bîlbaoyê li dîjî siyaseta qetilkirinê ya dewleta Tirk xwepêşandanek hat lidarxistin. Platforma piştgiriya bi gelê Kurd re çalakîorganîze kir û pê êrîşên dewleta Tirk û siyaseta faşîzanê ya dewletaTirk li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de li ser navê girseyê daxuyanî hat xwendin û hat gotin: “Em careke din li vir kombûne ji bo ku bêedaletiyê û adilnebûnê şermezar û mehkûm bikin ku dewleta Tirk pêk tîne.”
Di dewama daxuyaniyê de gotin: “Hefteya bihurî ku salvegera girtina Abdullah Ocalan bû, 859 çalakvanên Kurd hatin girtin. Sala 2016’an zêdetirî 35 hezar kes hatine girtin. Zêdetirî ji sêyan yek endamên HDP’ê ne. Em dikarin van girtinan wek qedandina hêzên demokrasiyê bi nav bikin.”
Çalakgeran di dawiyê de got, “Ev ne proseyeke hiqûqî ye, em nikarin li hemberî vî şerî bê deng bimînin. Hikûmeta Tirk bi awayêkî eşkera mafê mirovan bi awayekî hovane binpê dike. Em nikarin li hemberî van kiryaran bê deng bin.”
Çalakî bi dirûşmeyên li dijî Erdogan dawî bû.
ROJNEWS/BILBAO