Di civîneke çapemeniyê de ya îşev de sekreterê Pentagonê yê Çapemeniyê, Peter Cook çend daxuyanî dan li ser hêzên DYE´yê li Sûrî. Ev daxuyanî piştî wan nûçeyên li ser bi balefirên rejîma Esed bombekirina hêzên QSD yên bi desteka DYE´yê li bajarê Hesekê hatin. … Peter Cook bi îhtîmam got, DYE ‘heke pêwist bike’ wê hêza xwe ya hewayî bi kar bîne ji bo parastina operasyonên personelê DYE yan jî hevkarên xwe. Armanc li gorî gotinên wî ew e da ku peyama ‘ji hêzên me dûr bisekinin’ bişîne ji aliyên din re.”
Gotar dibêje, Cook bi israr dibêje HBQ´yek li holê nîne, lê belê li gorî doktrîna eskerî ya Pentagonê dişibe HBQ´yekê lê belê du xal hene ku wê cuda dikin: “DYE´yê herêmeke cografî diyar nekiriye ji bo parastina hêzên xwe bi hêza xwe ya hewayî. Ya rastî wan bi zelalî negotiye, ew behsa kîjan hêzan jî dikin. Ya diduyê jî ew e, li gorî daxuyaniya DYE´yê, ew ê bi tenê hingê bikevin tevgera bergiriyê heke balefir êrişê bibin ser hêzên bi DYE´yê re hevalbend, ango heke balefir ji xwe re bifirin li hewazê wê destwerdan nebe.”