Daxîl der barê komkujiya Şengalê de nirxandinên balkêş kir û diyar kir ku hinek cîranên wan ên Ereb yên li Şengalê di êrîşê de roleke aktîf girtine û wiha berdewam kir: “Bêbextiya mezin cîranên me li me kirin. Vegera bi hezaran welatiyên Şengalî ya li ser axa wan dê demê bigire. Divê Şengal bibe xwedî statuya ewlehiya navneteweyî.”

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî qezayê tedawiya wê hatiye kirin, rewşa wê niha baş e û wiha berdewam kir: “Me bi helîkopterê alîkarî dibir ji gelê xwe yê ku asê mabû. Em ji Pêşxabûrê derketin rê. Me xwarin û derman birin. Me yê ev teslîm bikira û yên nexweş û kal û pîr jî me yê bianiya. Emê vegeriyana Duhokê. Me nexweş û zarok girtin û em vegeriyan. Piştî demekê helîkoptera me ket. Daxîl derstnîşan kir ku rewşa wir gelek xeter bû û got: “Hemû di rewşeke xeter de bûn. Em çûn lutkeya çiyê. Gel ji jêr ve dihatin.  Rewşa wan xerab bû. Zarokên biçûk, nexweş û jinên ducanî hebûn. Me hemû şopandin. Tiştek ji destê me nedihat. Tenê me şopand. Li herêma ku em lê bûn, pêşmerge hebûn, PKK, YPG hebû. Ciwanên Şengalê hebûn. Ewlehî ji aliyê wan ve dihat girtin. Çiyayê Şengalê qadeke mezin bû her kes lê belav bibû. Piştî van êrîşan gelê Êzîdî li her çar parçeyên cîhanê belav bû. Li Başûr, Bakur û Rojava belav bû. Dîsa yên dixwazin biçin Ewropayê hene.”

´Bêbextiya cîranan´

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li holê rewşeke cidî heye û got: “Gelê me ji warê xwe hate kirin. Ji bo ev gel zêde belav nebe divê demildest tedbîr bên girtin. Ger hewcedariyên wan bên dayîn dê evqas belav nebin. Ev li başûr, bakur û Rojava dibe. Piştgirî pêwîst e. Rewşa wan gelekî xerab e. Gelê me belavî Zaxo, Duhokê gelek cihên din bûne. Gel dê vegere. Lê niha hinek zehmete. Ji ber ku malên me şewitandin, hemû amûrên wan wêran kirin, jin revandin. Mirov hatin qetilkirin. Ev hemû êşên mezin in. Trajediyên mezin in. Pirsgirêka me ne tenê DAIŞ bû. Ya esas cîranên me bêbextî li me kirin. DAIŞ bi tena serê xwe nikare bike. Xayintiya mezin cîranan kir. Mal û milkê gel dizîn. Wêran kirin.”

´Êşa me mezin e´

Daxil anî ziman ku dema ew li Şengalê bû hê ev bûyer pêk nehatibû, 600 jin hatibûn revandin. Lê rojek berê li gundê Koço 150 jinên din jî hatine revandin. Daxîl bi lêv kir ku ew parlamentera partiya Kurdan e, lê nûnera gelê Êzidî ye û got,  “Ez vê êşê baş dizanim. Gelek tiştên xerab rû dan. Min xwest ez wan li wir bêjim. Baş bû jî. Hemû parlamentoyê piştgirî da min. Hemû partiyên siyasî û hikûmetê piştgirî da. Bandoreke wê li cîhanê çêbû. Tişta ji destê min hat jî ew bû. Niha bi gelek rêxistinên mafê mirovan re hevdîtinên me hene. Dîsa hevdîtinên me yên NY’ê re dê çêbin. Em ewlehiya navneteweyî bixwazin. Hevdîtinên min hene. Hêvîdar im dê bibin.”

´Emê xaka xwe biparêzin´

Daxil sipasî Yekîneyên Berxwedana Şengalê kir û got, ez ji bo her kesê ku em parastin spas dikim. Divê em ji vir şûn de bi hev re bin. Divê em destê hev bigirin. Divê em Şengala xwe biparêzin. Divê em destê hev bernedin. Divê em axa xwe bi hev re biparêzin. Çekên di destê me de çekên sivik bûn. Yên şexsî bûn. Me hêza DAIŞ’ê texmîn nedikir. Ger me zaniba me yê amadekariya xwe bikira.

DIHA/STENBOL