Mamostayê Zanîngehê Kameran Mentik diyar kir ku li ´herêmên zer´ ku PDK li wan serdest e, Kurdên ji Bakûr rastî zextan tên û got, “Li wê herêmê ti îradeyeke Kurd nemaye, raste rast li gorî siyaseta Tirkiyeyê tê birêvebirin.”
‘Tenê PDK di destê Tirkiyê de maye’
Mamostayê Zanista Siyasî yê Zanîngeha Selahadinê Kameran Mentik der barê mijarê de wekî din got,“Li herêmê tenê PDK di destê Tirkiyê de maye. Ji ber wê Tirkiye zextê li PDK’ê dike ku li dijî Kurdên Bakur tevbigere.”
Kameran Mentik diyar kir ku serketina Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê îsbat kir ku ew jî li herêmê hêzek in. Mentîk anî ziman ku berovajî vê, Tirkiye di nava krîzeke kûr de ye û heta ev rê neda ku dewleta Tirk tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê jî bibe. Mentik got, “Tirkiye di asta herêmê û navneteweyî de di warê dîplomasiyê de şikestineke mezin xwar. Vê yekê bandor li Kurdên Bakur jî kir. Ji ber wê Tirkiye zextên li ser Kurdan zêdetir dike.”
Tirkiye bi navê PDK´ê zextan dike
Kameran Mentik destnîşan kir ku li ´herêma zer´ ku ji aliyê PDK ve tê rêvebirin, bi her awayî siyaseta dewleta Tirk serdest e û weha dewam kir: “Herêma Zer ji bo Tirkiyê bûye navendek leşkerî û aborî. Ji ber wê ew hêza PDK’ê nîne ku li hemberî zextên Tirkiyê raweste. Li wê herêmê ti îradeyeke Kurd nemaye û raste rast li gorî siyaseta Tirkiyê tê birêvebirin. Ji ber wê Tirkiye bi navê PDK´ê zextan dike.”
QEREÇOX ENWER / ROJNEWS / HEWLÊR