Li gorî agahiyan, herî kêm 20 koçberên ji Fasê berê xwe dayî Spanyayê li Derya Spî xeniqîne. Van agahiyan hêzên ewlekarî û rizgarkirinê yên peravan ên Spanî didin, û ew dibêjin, keştiya ku nêzî 50 koçber tê de bû û ji Fasê berê xwe dabû Spanyayê, li Derya Spî winda bûye.
Keştiyeke bar berê xwe dabû bendergeha Motril a Spanyayê, bi vê keştiya koçberan hesiya û 27 koçberên tê de rizgar kirin. Lê belê rayedarên Spanî dibêjin, herî kêm 49 koçber di keştiyê de bûn û 20 ta 22 ji wan winda ne.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 1’ê Çile ve herî kêm 569 koçber li Derya Spî winda bûne. Cenazeyên hindikan ji wan hatine dîtin.
MADRÎD